1. biwêjek e, li cizîrê di wateya xûy û xisletên ku ji şerm û tirsa ''xelk wê çi bêje'' xwe ji tiştekî didin aliyekî tê bikaranîn. bi tirkî dibêjin ''gurur yapmak'' lê di vir de psîkoloiya xwelîseriyê heye. em bêjin rojekî dilê te neçû xwarinekî, an te nexwest tu tiştekî bikî, ew xwarin û tişta te xwe jê vedayî, bi te ve dimîne, ya rastî tu wisa zen dikî, û pişt re cardî eger dilê te biçe wê xwarinê jî an tu bixwazî wê tiştê bikî jî tu ''didî rûyê xwe'' û xwe jê didî aliyekî. nêzikî vê biwêjê, biwêja bi ser milê xwe de nebirin heye, lê wateyeka erênîtir ya vê biwêjê heye. wek; |
|
23.11.2016 21:32 |
endazer
|