Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêve dan] de;

1. biwêjek e, bi du wateyan ve tê bikaranîn.
1. heywanên jehrî yên wek mar, dûpişk, moz dema dev û zimanê xwe li yekî digerînin, gez didin jê re dibêjin pêvedan. wek:
- dema ez zarok min darikek xistibû kuna mozan de, mozan b'min ve da, ser û çavê min werimî.
- ez di rê de diçûm marekî reş ji nişkê ve xwe avêt guzeka min, bi min ve da, bi bayê bezê ez gihandim nexweşxaneyê hema xwudê ez ji mirinê sitirandim.
- zarokan dûpişkek girtibûn û li dora dûpişk bazinek ji êgir vêxistibûn, maweyek dirêj li hêviyê man lê dûpişk bi xwe ve neda.
2. lêdan û lêxistina tiştên pîroz û mîstîk ji ber kar û kirinên nelirê û nepêketî.
- bes bi navê xwudê sond bixwe, xwudê wê bi te ve bide.
- wî nanî neavêje çopê, xusaret e, wê bi te ve bide.



15.12.2016 01:09 | endazer