Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eşîra goyan] de;

4. ji devê extiyarekî goyî çîrok û serpêhatiya goyiyan: berê hêj goyî nehatîn geliyê goyan, li vir zêdehî fileh (keldanî, suryanî, nastûrî) hebîn. li gundên wek mehrov, nîreh, mageh, bêjih, robozik û nêweh sindî hebîn. ji bilî van gundan yek carî hemî warê filehan bî. goyîyan pêşiyê gundê repin heta çamon stand û man vê derê. wext derbas bî şênî (nüfus) ya wan gelek bî, nexweşî nêv wan da derket.. hin ji nêv repiniyan çûn helol, dû ra kolig, şirîş û dalokon.. hin ji nêv qulovyon çûn kodîn û zirovgi, hin ji nêv rivangon çûn kiror (dûv ra mandgon ji hir belav bîn) hin jê dîsa ji nêv rivangon çûn mehrov û nîreh ji sindîyon stand.

goyî bi eslê xwe ji rojhelatê kurdistanê ne.. piranî ji wir hatine û belav bûne dîsa.. hin repinî hin jê ji irone hatine ji wan re dibêjin mala evdalî, ew behra dî jî mala olî ya ji xiraba repin hatî ne, xiraba repin jî yê li hezexê ye..

eşîrên li botan, goyan û silopî li navçeya şirnexê komek ava kirin, navê wê kirin eşîra hecîbeyron.. ew eşîra li colemêrge nav ertoşîyan ji çend eşîran hatiye avakirin.. wextê nêvbeyna wan eşîran da nexweşî çêbî gelê goyî hoatin minteqa qulovon..

wextê şerê 94ê gelê goyî ji mijîn-hilol-şîrîş-kolgeh-dalekon-bileh-şwêd-nêrweh û zirovge mihacir bûn çûn wargeha mexmûrê û ji xwe gundên di jî qismek mezin li bajar û metropolên tirkiyeyê belav bûn. nÛfosa mayî ya goyiyan ya ku li qilebanê mayî nêzikî 40 hezar e..



02.01.2014 00:21 | endazer

3. li gorî wîkîpediyayê: Eşîra goyan bi taybetî li navçeya Şirnexê ya Qilebanê û li Başûrê Kurdistanê, li navçeya zaxoyê biwar e. Gelheyê Qilebanê %98 goyî ye û sindî ne. Di 1990'dan de gelekî goyî ji destê zilma romê xwe parastin wargeha mexmûrê, niha li we derê wek penaber dijîn.. bi zaravayê kurmancî û bi devoka goyîkî diştexilin, û wek bawerî misilman, sunnî û şafiî ne..



01.01.2014 23:41 | endazer