Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [breaking the waves] de;

1. navê fîlmeka kevn ya derhênerê kult ê denmarkî lars von trierî ye.. fîlmeke psîkolojîk e.. mijara fîlmê derheqê evîneke nevrotîk ya jineke dilsafî û kêmaqil de ye.. fîlm ji çend beş û pişkan pêk tê.. her beşek bi stranekî ku bi naveroka beşê re eleqedar e destpê dike û di serê beşê de bi çend hevokan naveroka wê beşê tê vegotin û salixdan.. fîlm li welateke ewropaya bakûr derbas dibe û ez ne şaş bim bi kameraya li ser milan hatiye kişandin.. aktrîsta sereke ya fîlmê emily watson ez ne şaş bim cara pêşîn di vê fîlmê de dileyîze û performanseke hêjayî behs û pesn û wesfê derdixe.. fîlm bi dawetekî destpê dike û paşê teqdîra xwudê qelema xwe bi derinan ve tîne û hemû kes û kûsên di fîlmê de serûbino û berevajî dibin.. fîlm li ser evîn û hêvî û mûcîzeyan birêve diçe û cih cih berê top û tifingên xwe dide baweriyên hişk ên xaçperestên katolîk jî.. di fÎlmê de performansa stellan skarsgård û katrin cartlidge hêjayî behskirin û pesndanê ye.. breakind the waves mirov dikare wek şikandina pêlan an xwe ji ser pêlan re qevaztin li ber bejna kurmancî bike.. fîlm di sala 1996an de hatiye kişandin û ji imdbê 7.8 puan wergirtiye..



03.09.2013 22:24 | endazer