Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [du jin anîn] de;

2. eger ne bi hev re lê yek piştî ya din hatibe ya dawîn dibe hewî.. li gorî şerh û fiqha îslamê heta çaran jî rê û destûr heye.. lê tabî şertên vê yekê jî hene.. berî her tiştî divê mêr ne ji xema ewkê xwe -meseleya çênebûna zarokan ne tê de- lê ji ber meseleyên wek kêrnehatina jinê ya di karûbarên malê de an nexweşî û nerihetiya jinê filan qesta jina didoyê bike.. berê belkî pêdiviyek bû lê ji bo şert û mercên îro ehmeqiyek e.. mirov nikare bi yekî îdare bike û bibe serî camêr doz û daxwaza heftik û heştikan dikin..

meseleya polîgamî an pirjiniyê ez dibêjim qey ji berê zêdetir û berbelavtir e.. tenê ji ber ku di resmiyetê de yanî li gorî qanûnên rejîmê qedexe ye ku kesek bi du kesan re mehra xwe bibire û bizewice.. lê di civata îro ya tirkiye û bakurê kurdistanê de kêm kes hene ku hevserên xwe nekin di xew de û ji xwe re dostik û yarikên îllegal çênekin.. yên bê flort û dostik jî bipirranî ji tunehiyê ye û çavê wan jî li ber derî û dÎwarên xelkê ye..



05.09.2013 01:59 | endazer