154. ne pozbilind e belkî biçekî ''bêpakî'' û ''bêperwa'' be.. |
|
19.04.2015 22:36 |
endazer
|
151. hêj wê dema ku alîgirên pkkê ji bo biçûkxistin û heqaretkirinê dijberên pkkê anku kesên ku rexneyan li siyasetê pkkê digirin li ser twitterê bi navê kurdonot etîket dikirin û dilxwede tevz û tinazê xwe bi wan dikirin, wekê bersiv peyva qantirkê li hev aniye û di tirşikê de jî mijar lê vekiriye.. |
|
16.04.2015 00:53 ~00:59 |
endazer
|
139. silavên germ ji bo xendeka rengîn * |
|
20.02.2015 06:16 |
endazer
|
101. xelata xwe ji bo nivîskarê 21. hêlaye, lê nizanim nivîskarê 21. stand an na, eger erê kîjan pirtûk stand? |
|
14.06.2014 22:38 |
endazer
|
87. hem ji ber îş û emelê dinyayê û hem jî we ya rast bivê dilê min biçekÎ ji tirşikê û her tişta derheqê kurdî û kurdîtiyê de sar bûye, êdî carinan bi xwe re nabînim bi kurdî jî biştexilim.. |
|
05.05.2014 02:21 |
endazer
|
81. dibêjin ser xatirê naziman, mirov diçe ser dînê kafiran, lê vexwarina ereq an tişteke dî ya bialkol ji bo min hema bêje ne mimkun e, tenê ne ji ber hesasiyetên dînî û îtîqadî, ji biçûkatiyê ve di dilê min de li hemberî alkolê tirs û antîpatiyek heye.. di lÎseyê de wextekî li otêlekî kokteyla lîseyê hebû, normalde alkol qedexe bû, lê hevalan bi xwe re anîbû, yê dixwest vedixwar, axirê min jî wekê sêwiyekî xwe dabû quncikekî, hevalek hat di desta de sêniyek û di sêniyê de jÎ çend qedehên tijî kola hebûn, go endazer, tu venaxwî? min go ka bîne, ez devê xwe şil bikim, axirê çawa min qurtek jê vexwar, tamek tirş li devê min geriya.. min go we çi kiriye di nav vê de, biçekî soromoro bî, li ber xwe ket, go wileh min nedizanî, qey hevalan votka xistiye tê de.. tabî çawa min navê votkayê bihîst dilê min hat ber devê min, îsk û qulpikên vereşanê hatin min, ez çûm destşokê wê şevê min çi xwaribe min hemû vereşand, tayekî ez girtim, kotek û sed bela pê teqsiyekî min xwe gihand wargehê.. û du rojan di nav nivînan de mam, piştî wê rojê li cihê ku ez çav bi alkolê dikevim, ez jê direvim.. |
|
24.04.2014 04:17 |
endazer
|
63. hin tişt hene fitrÎ û tabiî ne, yanî ne li ser îrade û îctîhada me mirovan e, û hi tişt jî hene opsiyonel in, di dawiya lêpirsÎn û lêgerîn û lêkolînê de mirov bi ser ve dibe, |
|
16.02.2014 02:15 |
endazer
|
52. rast e, ji kom û komîte û komeleyên li ser netê bi ser navê kurdî, ku eger hêjayî qeydkirin û arşÎvkirinê biibÎne, çi li ber desta bikeve, tîne û di tirşikê de qeyd dike, eger ew tişta ku ji derinan werdigire û di tirşikê de qeyd dike, xwediyê wê diyar be, ji xwe destnîşan dike, wek nimûne; tengezarê marînî carinan di rûpela xwe ya li ser facebookê de helbestinên bijarte yên şairên alman yên ku bi xwe werdigerîne kurmancî, belav dike, min çend carî wergera wan helbestan ligel navê wergêrê helbestan di tirşikê de qeyd kiriye.. heçiyê dixwaze dikare kontrol bike, dîsa wek nimûne; abdulkadir bingöl li ser hesabê xwe yê facebookê carinan peyv û bêje û gotinên pêşiyan yên xweserî devera botan belav dike, ez jî wan yeko yeko wek mijdar di tirşikê de qeyd dikim, lê ji bo her mijarekî nîşandana çavkaniyan sergêjiyê bi xwe re tîne, dîsa di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de, berê hefteyê carekî min hemû parvekên di komê de analîz dikirin, ji parvekan biwêj û gotin û bêje û qalibên ku di ferhengan de peyda nabin, min dianî û di tirşikê de qeyd dikir, lê di bin her mijarekî de nîşandana çavkaniyan ne mimkun e.. ji dêla wê, min di mijara koma zimanê kurdî de, behsa feyde û meziyetên vê komê kiriye.. |
|
09.02.2014 02:46 |
endazer
|
15. li cem wan li cizîrê dema yek dibêje xwîna min li filankesî ditevize tê wê wateyê ku xwîna min li wî kesî dikele an ez hej wî kesî dikim an kêfa min ji wî kesî re tê an ez di dilê xwe de ji bo wî kesî sempatiyekî xweyî dikim.. karayilan çi ji kê derxistibe ew xistiye di wî de jî.. |
|
20.08.2013 21:49 |
endazer
|
4. endazer pratîzekirina peyva endazyarê ye.. endazyar jî wekê ku malûmê herkesî ye kesê ku bi karê endaze an pîvanê ve mijûl e anku kesê ku dipîve an hesaban dike ye.. bi tirkî mühendis û bi îngîlîzî jî engineer e.. peyva erebî, tirkî û ya kurdî ji peyva endaze an hendeseyê hatiye darêjtin ku peyveke ji binemala zimanên îranî ye û muhtemelen hind û hindam û hingiya kurdî jî bi vê endaze û hendeseyê ve eleqedar e.. |
|
03.06.2013 15:44 |
endazer
|
1. bi qasê ku ji sernavên vebûyîn û entryên hatîn nivîsîn dixweye nivîskarê sêyem yê vê ferhenga înteraktîv e.. ya bi xêr!* |
|
03.06.2013 06:23 |
endazer
|