13. bûyera ku canik û camêrinên ku hê jî format û konsepta tirşikê fêm nekirine derxistiye holê.. erê tirşik ekşî ye yanî hetta we bivê tirş û tehl e û xwar e û ji xwe bi qewlê bav û bapîran kumê rastiyê jî timî xwar e û tirşikê formata ekşisözlükê ji xwe re kiriye mestere.. tekane ferqa tirşikê ya ku wê ji ferhengên înteraktîv ên din yên wekê ekşiyê cuda dike kurdiya wê ye.. |
|
08.09.2013 02:32 |
endazer
|
10. bûyera ku di tirşikê de bûye sebeba bêdengiyê.. failên bûyerê xwe li kerrî û laliyê danîne.. tirşik xalî û virt û vala hêliştine.. ez jî tê de fikr û beyan û peyamên her nivîskarekî wî/wê bi xwe eleqedar dike.. piştî ku moderatoriya tirşikê mêzgirî û hewedariyê neke ne heqê tu kesî ye ku bêje di tirşikê de filankesî bêvan tişt gotiye û xwe bide paş perdeya hêncet û mahneyan û bêje dilê min ji tirşikê sar bûye an ez êdî nema dinivîsim.. peyamên tijî çêr û têr heqaret yên ku bi peyamên şexsî ji min re hatîn ez li vir binivîsim ez bawer dikim ku devê her kesî wê şeş gazan ji hev bimîne.. lê min tu carî negotiye lanet li tirşik û nivîskariya wê.. |
|
07.09.2013 22:54 |
endazer
|
8. min lep û pençên xwe neavêjtine tu kesî min bes berevaniya xwe kiriye û bersiva îdiayên derheqê xwe de daye.. ev rastiyek beloq û berbiçav e ku di nav nifş û jenerasyonên nû yên kurd de pişkek heye ku zêde zirz û serhişk e bi ya tu kesî nakin û pakiyê ji tu kesî nakin û hemû zilm û zordarî û neheqî û heqareta ji destê dewletê dîtin ji xwe re kirine kÎn û rik û eks û acizî û bêhntengî û bêtehemûlî û hildiperişkin ser serÛçavê xelkê.. tehemûl Û toleransa wan ji tu fikr û nêrînên cuda ji yên din re nîne.. tu dibêjî apo di parastina xwe ya di mehkemeya tirk de gotiye ''diya min jî tirk e, ez lêborÎnê ji hemû dêûbavên eskerên şehîdketî dixwazim û amade me ku ji bo saxî û silmaetiya dewletê çi bikeve ser milê min bikim..''û ev e jî belge û dokumnetên wê bi ser milê xwe re nabin xwe aciz dikin û dibêjin tu bi usul û uslûba dewletê diaxivî tu xayîn î û tu xwefiroş î tu mastfiroş î û nizanim çi û ne çi.. canik û camêran replÎkek ji devê hevalên xwe yên kemalîst û ulusolcu girtine û heta êvarî birbira wan e ''ne ji apo û nizanim kê bûya niha navê me hemûya tolgahan û alper tunga û sudenaz bû me nedikarî em bi vî rengî bêtirs û perwa bi kurdî biaxivin û binivîsin.. '' tişta ku ji van canik û camêran re edet e ji xelkê re qibhet e.. dikarin li ser platformên xwe heta êvarî bi dijûnên nebihîstî û nebînayî tu sitar û mehwarê li bin navên muxalÎf yên wekê kemal burkay û ibrahim güçlü û mesud barzanî û şivan perwer filan nehêlin lê dema xwelÎserek rêya xwe şaş bike û ji serok û rêberên taxima ku digirin re tiştekî bêje cihde û bi dest xwe re xwe dîn û har dikin û dest bi destanên ''kurtuluş savaşı''yê dikin.. erê we tenê berdêl da, dema ku li serê çiyê û di hebs û zindanan de we li ber xwe dida me di kaşana û villayên xwe yên li ber behrê de bi keçikên porzer û çavşÎn re vîskiya xwe fir dikir.. |
|
07.09.2013 18:23 |
endazer
|
2. mixabin ev rewş yek ji taybetmendiyên karakterîstîk yên sempatîzanên pkkê ne.. pirraniya wan ji hebûna rexneyan û ji îronî û qerineyan bêhay û bêxeber in.. ji ber ku nikarin hiş û aqilê xwe bikar bînin dest davêjin xirrê xwe û heta êvarê li xwe xweş tînin.. wextekî kêmaqilek ji vê nifşê di tirşikê de ji ber ku min ji bo keveserokê kckê murat karayılan gotibû xwîna min lê ditevize yanî kêfa min jê re tê tu nemabû ji bo min negotibû.. yanî ne bi gotinên xelkê lê bi qebûl û qalib û şaştêgihiştinên xwe tevdigerin.. |
|
07.09.2013 00:39 |
endazer
|