Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şemsî] de;

1. Şaîrê kurd ê bi nav û deng Egîtê Hesenê Şemo (1933–2002), ku weke şaîr deng daye bi navê lîteratûrî yê Şemsî, di sala 1933an de li zozanekî çiyayê Elegezê (Ermenistanê) di bin konê kurmancî de hatiye dinyayê. Ji sala 1955an heta sala 1959an ew di xwendegeha kurdî ya pedagojiyê de li paytextê Ermenistanê – Êrîvanê fêr dibe, ku ji bo amadekirina mamostayên ziman û edebiyeta kurdî hatibû vekirin. Piştî çend salên dersdariyê li gundên navça Hoktêmbêryanê ew dibe berpirsiyarê beşeke rojnama eynî navçê ya bi navê »Komûnîzmî hamar« (Ji boy komunîzmê), ku bi zimanê ermenî dihate weşandin. Di sala 1969an de Şemsî fakulteya ziman û edebiyetê ya Zanîngeha Êrîvanê xelas dike û xwendina bilind bi dest tîne. Pişt re dîsa ew karê xwe heta destpêka salên 90î dewam dike. Sala 2000î diçe bajarekî Rûsyayê, Vladîmîrê, û li wira havîna sala 2002an wefat dike.

Şemsî xwediyê 6 kitêbên helbest û destanan e: »Şemdan«, »Hîveron«, »Hêsirê baharê«, »Simil«. Berevoka berhemên wî ya dawî bi sernavê »Aşiqê buhurtî« di sala 1992an de dîsa li Êrîvanê hat weşandin.

Ji bilî rojnamên kurdî û ermenî gelek berhemên wî di berhevoka bi navê »Bihar« de hatine çapkirin, ku wek antolojiyeke afirandinên şaîr û prosaîstên kurd hersal li Êrîvanê dihat weşandin.



07.09.2013 18:49 | endazer