Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [silêman demir] de;

1. Silêman Demir di sala 1956an de li gundê Hebîsê li bakurê Nisêbînê hatiye dinyayê û heta dehsaliya xwe li wir jiya ye. Lê malbata wî bi esil ji gundê Çalê ye.

Malbata wî di dehsaliya wî de bar kir Nisêbînê. Xortaniya wî li wir dest pê kir. Wî xwendina xwe ya heta lîse (sala dawî ne tê de) li wir kir. Piştî lîseyê, ji berdêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. Lê wî qet mamosteyî nekir.

Demir di sala 1985an de ji Nisêbînê koçî Swêdê kir û hê jî li Swêdê dijî.

Heta niha du romanên wî derketine:

Sorê Gulê, 1997. / Koç, 1998.

Her wilo wî hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine, hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:

Şiîrên Bijarte– Mayakovskî–1997 (werger). / Keça Kurd Zengê– Cemşîd Bender –1997 (Kitêbeke çîrokan e, digel F. C. wergerandiye).



07.09.2013 18:52 | endazer