Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hêvîdar zana] de;

3. jin an bi jargona nû hevsera dilbixwîn dara û diya robîn e.
li ser rûdaw tv, ligel dilbixwîn dara bûltena rojava pêşkêş dike, çi qas rast e nizanim lê dibêjin li rojava bÛlten û bernameya herî popûler e.
demekî dirêj li ewropayê maye û demekî jî li kosta rîkayê maye, ligel kurdî û tirkî bi gelek zimanên ewropî zane.
li ser bextê dilbixwîn dara, dibêje abdullah ocalan li şamê ew bi hev dane nasîn ;) Here lînkê



15.11.2016 04:20 | endazer

1. Hêvîdar Zana di 29.12.1976an de li bakurê Kurdistanê li bajarê Nisêbînê hatiye dinyayê. Piştî kuştina birayê xwe Zana di 14 saliya xwe de tevlî gerîla dibe û derdikeve çiyê.

Di sala 1993an de di redaksiyona radyoya Dengê Kurdistana Serbixwe de cihê xwe digire û nûçe û programan pêşkêş dike.

Di sala 1996an de di televîzyona MEDê de nûçeyên kurdî pêşkêş dike û moderatoriya programan dike.

Gelek çîrok, gotar û serpêhatiyên wê di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine weşandin.



07.09.2013 19:06 | endazer