Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [husein muhammed] de;

1. di sala 1980ê li gundekî nêzî Zaxoyê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1994an şûnde li Fînlandayê dimîne û niha li zankoyê dadweriyê (hiqûqnasiyê) dixwîne û ji daîreyên cor–bi–cor ên kargêrî (îdarî) yên Fînlandayê re tercumaniya zimanê kurdî (kurmancî û soranî) û zimanê tirkî dike.

Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn kovar û rojnameyan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû–elektronîkî, Mehnameyê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine Xelîl Cibran, Anton Çexov, Shakespeare û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî–îngilîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî–kurmancî dixebite.



07.09.2013 19:06 | endazer