Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara kürt tarihi] de;

2. kovara ku carinan meqaleyên bi kurdî jî diweşîne ye.. nizanim hejmara çendê bû lê meqaleyeka bi kurdî li ser kurdên îranê yanî yên rojhilatê kurdistanê hatibû weşandin.. xweyê meqaleyê jî yekî nas bû lê navî nehat bîra min niha..

kovara ku valahiyeke gelekî kûr ku heta niha hatibû Îhmalkirin û piştguhkirin hetta jê tê tijî dike.. lê ji ber derî û dergehên arşîvên dewletên ku kurd lê bindest in lê girtî ne bipirranî li ser mijarên berniyas yên ku kêm zêde j aliyê kesên ku bi dîroka kurdan re eleqedar e tên zanîn dişixulin.. ez vê yekê wek tesbîtekî dibêjim neku ji bo biçûkxistin an heqîrdîtinê.. wek min di serî de jî gotî pêdivî û pêwistiyek mezin bû heyîna kovarek wihareng înşelle wê di siberojê de bi cehd û xîreta kurdên xîretkêş û zehmetkêş gelek deqên tenî û rûpelên tarî yên dîroka kurdan spî û ronî bike.. heta niha dîroka kurdan her ji aliyê serdestên wan ve dihate nivîsandin û li herkesî eyan e ku di nivîsandina dîroka kurdan de çi qas objektîv û xudan wijdan û însaf bûne.. lê êdî kurd bi xwe dîroka xwe dinivîsin û digihînin nifşên nû ên kurd ên bi tezên kemalîstan jehrî bûne û ji kurdayetiya xwe dûr ketine û bûne dijminê xwe û dîroka xwe û hemû aîdiyetên xwe..



08.09.2013 14:10 | endazer