Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cudî] de;

3. çiyayek li bakurê kurdistanê.. çiyayê ku tirsê dide dilê raya giştî ya tirk.. yek navê şirnex û colemêrgê û yek jî navê çiyayê cûdî dema di nav tirkan de tê bilêvkirin yekcarî mehd û mirûzê hemûyan tirş û tehl bibe.. tê bêjî qey hemûyan morîkên diya xwe li qerax û berpalên vî çiyayî winda kirine.. di nav şirnexî û silopî û cizîriyan de wek cûdiyê miradan jî tê zanîn.. bilindahiya çiyê çend gaz û çend mitre ne nizanim lê bi qasê ku min ji devê hevalan seh kiriye çiyayek gelekî asê û asteng e û ji bo xwe veşsartin û spartinê gelekî bikêrhatî ye.. dibêjin li ser kimtê cudî hîn ji keştiya nuh pêxember jêmayî hene lê min bi xwe nedîtine û dîsa dibêjin gelek kun û şikeftên tarîxî yên kûr û mezin yên bêserûber hene..



10.09.2013 22:02 | endazer