Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ciwanmerd kulek] de;

34. camêr li ser pirtûkên ku ji aliyê weşanên avestayê ve tên çapkirin kurdiya xwe rewa dike. bi rastî jî di her pirtûkeka wî ya nû de pêşketineke berbiçav di warê rastbikaranîna rêziman û rastnivîsê de li pelên pirtûkên xwe dide der. berê cidiyetek û giraniyeka weşanên avestayê hebÛ li cem min, min digo qey hemÛ karê xwe bi profesyonelî dike, bi pirtûk û wegerên ciwanmerd kulek min dÎt ku pereyê weşanxaneyê bi têra girtina redaktorekÎ nakin, ji loma hemû karê redaksiyonê ebdila keskîn bi xwe dike. feqîro ew jî gihaye zewala emrê xwe, heta şaşiyekî rast dike, xwe ji ser dehan re diqevêze.
neyse ecela me nîne, ev sed sal in em ê li bendê, em dikarin deh salek din jî xwe bigirin.



10.12.2017 20:29 | endazer

28. birayê înano lo ye.
min carekî xwe li xwendina pirtûkeka wî germ kir ez ne xelet bim otobês bû, lê min kir û nekir min nekarî bibim serî, zimanê wî dişibe yê shorbevan, henekan nakim ji dil dibêjim. ez dibêjim qey pirtûkên wî nayên redaktekirin tê de gelek kêmasiyên rêziman û rastnivîsê hene.



03.12.2016 20:25 ~21:01 | endazer

26. min jî digo ev esilzadeyî, ev toriniya wî ji kû tê, xuya ye wî jî nanek li ser sifra cizîrê xwariye, nivîskareke jîr jêhatî û nefsbiçûk, aqûbet li me *



28.07.2016 13:07 | endazer

10. xwediyê nivîsa ku li peyama ser vê re de tê behskirin ne ciwanmerd kulek lê şener özmen e.. min heta niha tu pirtûkeka wî nexwendiye, ji ber ku ev du sê sal in pirtûkan naxwînim, lê xwudê hez ke min dil heye ez hersê romanên wî jî bikirim û bixwÎnim.. kî zane ka ez binêrim eger pirtûkên wî berketî bin û ew jî qebûl bike, belkî xwe li ber wergerandina tirkî an îngîlîzî ya romaneka wî re bikim..



24.05.2014 20:40 | endazer

1. bi navê xwe yê din yunus eroğlu ye.. wergêrr û nivîskarek kurd e.. di 26ê Adara 1984an de li bismilê ya navçeya amedê xwudê daye.. lîse li erxeniyê xwendiye û ez ne şaş bim di zanîgeha odtu (bnr: zanînegeha rojhilata navîn ya teknîkÎ) yê de beşa felsefeyê xwendiye û jê mezûn bûye.. heta niha sê pirtûk nivîsandine û şeş pirtûk jî ji zimanên biyanî yên wekê îngîlîzî û spanî û tirkî wergerandine kurdî û kurmancî..



pirtûkên çapbûyî;

(bnr: nameyek ji xwudê re) 2007, weşanên lîs.

(bnr: otobês) 2010, weşanên lîs.

(bnr: zarokên ber çêm), 2012



pirtûkên wergerandî;

(bnr: j. m. coetzee), (bnr: disgrace)

(bnr: william faulkner), (bnr: as i lay dying)

(bnr: gabriel garcía márquez), (bnr: cronica de una muerte anunciada)

(bnr: juan rulfo), (bnr: el llano en llamas)

(bnr: james joyce), (bnr: dubliners)

(bnr: orhan pamuk), (bnr: beyaz kale)



10.09.2013 22:59 | endazer