Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gotinên dayikan] de;

53. kurê min ha'j xwe hebe, serî hatiye bi pîvazekî, şevê dernekeve ji derve filan..

û tabî herkes û bi lingê xwe, mî bi lingê xwe Û bizin bi lingê xwe, yanî xêra tu kesî li tu kesî nahesile..

bi qasê ku dixweye diya ernesto jî eyn wekê dayîkên kurd bûye: http://twicsy.com/i/JxrLMb



24.03.2014 14:28 | endazer

5. ev çi tiştên eletewş in tu pera pê didî? here ji xwe re kêloyek pirteqal bikire de xwîn li laşê te bigere..



11.09.2013 17:26 | endazer

2. gotinên ku ez dikim nakim tu tişt nayêne bîra min.. anyway ji xwe diya min jî ne yekî pitpitok e.. ku wekê darkutokan bikute qurmê serê mirov.. lê baş dizanim ta mehekî ev der wê bi peyaman tijî bibin.. û wê derziyeka feqîrok jî nekare cihê xwe di bin vê mijarê de çêke û bisitire..



11.09.2013 14:11 | endazer