Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemed omer osman] de;

1. Sala 1957an li taxa Dêrgezên a bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1980yî ji ber şerê navbera Iraq û Îranê naçar ma dest ji xwendina xwe berde ku wê hingê di Kolêja Zanist û Wêjeyê de pola şeşem dixwend. Ligel karê rojnamenivîsiyê karkerî jî kiriye. Sala 1975an dest bi karê nivîsandin û rojnamenivîsiyê kir. 1985an take-dîwana xwe ya bi navê “Le Xurbeta (Li Xurbetê)” çap kir. Ji ber şi’reke bi navê “Generalê Payîzê” ya di nav vê dîwanê de navê wî wek Generalê Payîzê belav bû. Şi’rên di vê dîwanê de di demeke kurt de di nav wêjedostan de belav bûn û Generalê Payîzê bû îdolê xortan. Şi’rên di dîwanê de heta niha hatine wergerandin li zêdeyî 10 zimanan. General, bi vê dîwanê re reng û şêwazeke nû anî nav şi’ra kurdî. Sala 1991ê di Kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd de li Şeqlawe bû endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Şi’rên wî niha di polên 11em ên dibistanên navîn de û herwiha di beşên wêjeyê de li zankoyan tên xwendin. Heta niha çendek tezên master û doktorayê li ser take-dîwana wî hatine nivîsandin. Berhemên wî wek şi’r, kurteçîrok û wergêran bi awayekî berbiçav heta niha di gelek rojname û kovaran de hatine belavkirin.

Generalê Payîzê, ne xwedî tu post û meqamî ye di hikûmeta Herêma Kurdistanê de û ev bi salan e li Silêmaniyê wextê xwe bi xwendin, nivîsandin, wênekêşan û ramana li payîzê bi ser dibe.



11.09.2013 21:05 | endazer