Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îbrahîm sediyanî] de;

6. îşên baş û berketî dike, bi kêfxweşî nivîsên wî dixwînim, wekê herkesê zehf diştexile û zehd dinivîse û zehf li ber çavan dixweye,carinan tiştên pûç û beredayî jî dibêje-dinivîse lê bi giştÎ dema mirov lê dinêre xebatên wî û nivîsên wî û fikr û îdealên wî hêjayî teqîbkirinê û pesndanê ne..



04.03.2014 04:44 | endazer

1. nivîskareke kurd e.. ji elezîzê ye.. cara pêşîn piştî ku bilindê çavgilîzok ji bo zimanê kurdî gotibû ku zimanê kurdî ne zimaneke medenî ye û pê vî zimanî perwerdehî ne mimkune camêr şecere û etîmolojiya navê bilindê arinc û peyvên di nav şitexaliya xwe de bikar anî derxistibû û pê vê nivîsa xwe di nav kurdên li ser sosyal medyayê nav di xwe dabû.. nivîskareke îslamîst e û li ser welat-dewletên afrîqî jî gelek nivîsên wî derçûne.. ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdistana mustemleke û perwerdehiya bi zimanê kurdî wek model li ser birêvebiriya çend dewletan lêkolîn kiriye.. û bi qasê ku ez dizanim di keştiya mavî marmarayê de jî bûye.. yanî nêzî ihh (bnr: insan hak ve hürriyetleri insani yardım vakfı)yê ye.. piştî mirina muhsin yazıcıoğlu nivîseke diltezîn û dilnîgeran nivîsandibû.. bi zimaneke mîzahî û îronîk hem li nêl dixe û hem li bizmêr yanî hem derheqê meseleyên kurdî û kurdistanî hem jî derheqê meseleyên îslamî dinivîse.. di konferansa kurdistanê ya li amedê hatî çêkirin de jî beşdar bibû û daxwuyaniyek dabû û ev daxwuyaniya wî ji aliyê nivîskar û sosyologê tirk ismail beşikçi ve hatibÛ pesinandin..

kêfa min ji qelema wî û fikrên wî re tê.. lê ji roja ku min nivîsa wî ya li ser muhsÎnê nevîçîçirkên dêlegura asenayê ku qesas û qatilê bi sedan kurd û elewiyên bêguneh e xwend dilê min jê sar bûye..



16.09.2013 22:36 | endazer