Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [asayîşa tirşikê] de;

1. heta berî bîskekî jî tiştek bi vî awayî tunebÛ.. lê li ser polemîk û qayîşkêşanên di nav pale û kevaniyên tirşikê de bi vê peyama xwe ya qerrase û tirtire û bi rêûrismeke sade hîm û bingehê vê asayîşê ku bûye pêdivî û pêwistiyek mezin datînim.. ji vir û pê de êdî dema pirsgirêkek di nav pale û kevaniyên tirşikê de rûda pêşiyê wê herin cem şêx û melayekî heft-fitûw û telaq-reş.. û çi bi dad Û mededê û çi bi bertîl û teklîfan wê ji bo safîkirina meseleyên xwe li ber şêx û seyda û melayan bigerin belê mixabin demokratîk modernîteyê hîn rêya xwe bi ser me nexistiye.. eger şêx û mela ji nav meseleyê nekarîn derkevin wê hingî hawara xwe bigihînin ber derî û dîwarên asayîşa tirşikê.. ji xwe dema çav bi ço Û darê zor û zilmê yê asayîşa tirşikê ya zor demokrat û zir hûmanîst ketin wê kelÎma şehdê jî neyê bîra wan û mesele jî wê ji ber xwe de çareser bibe..



17.09.2013 00:27 | endazer