Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ye min yeko] de;

1. navê lawij û zêmareke bi kurdî û kurmanciya qoçgiriyê ye.. hosteyê zirnê veli tekbaş yê ku bi navûniçikê kudo jî tê nasîn piştî ku tekane kurê wî emrê xwudê dike vê lawjeyê çêdike û davêje ser kurrê xwe û di ber re jî li zirnê dixe.. navê lawijeyê bi kurmanciya ku em jê fêhm bikin tê wateya yekaneyê min, an kurê min ê tekane.. ji gotinên zêmarê mirov kêm zêde dikare bi ser taybetmendiyên karakterîstîk yê devoka qoçgiriyê ya zaravayê kurmancî jî bibe.. gotin di dêv de perçiviye û peyv li peyvê siwar dibe û kesên ne ji vê herêmê be zehmet e ku ji gotinên lawjeyê têbigihe û di nav gotinên lawijeyê de çend bêje û biwêjên tirkî jî hene.. filan..



''Li-lo min go keko ez sibe da rabum ha bi şev da

Felek li nav malê ketîye hûr hûr tev da

Derê min koz kir ar çu bi xew da

De lo lo wax wax ye min yeko



2

Xi-xengê dilê min disa wê deqa hate coşê

Arê kû dane bin sitîle nay bin biroşê

Xezî bi te yê di te hene emegên min jî çun boşê

Heyvax wê wê, lo lo ez bi derdim anê anê



3

Min go saza kû dest gencê min da bi tel û perde

Wan derdana ji min girtin an-anê hêle û fere

Li-lo min go kardaş pêşî zivistane li min ayrilmiş mebe min li ci mêl mere

De heyvax lo lo wax wax ye min yeko lo lo



4

Min go gay di rêçberê min yekî sure yekî bore

Derdê cigerê pir çetine çiqa zore

Ez kû dilabêm caran min kinemîş mekin

çekilecax dert degîl hema ne çare

De heyvax lo lo wax wax ye min yeko lo lo



5

De nizam bibêm bavo de nizam bibêm anê

Qere xeber li Arixe dan min, min (w)enda kir aqil ê serî

Heyvax şeş mahan şuve baxlemiş kirim li timarxanê

De lo lo lo wax wax ye min yeko lo lo''



18.09.2013 01:50 | endazer