Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [destdirêjîya cinsî] de;

1. ango destdirêjiya cinsî/seksî. ya ku hema bêje her ro, her saet û kêlî diqewime. bêtir ji aliyê mêran ve li hemberî jin û zarokên ku nikarin xwe biparêzin pêk tê. kengî çavê xwe li nûçeyan bigerînim teqez du sê nûçe derheqê destdirêjiya zayendî de ne. gava dî min nûçeyek Here lînkê xwend, jinek xweyî zarok li batmanê di dawetan de stranan dibêje, piştî ku dawet diqede ji hevalekê xwe dixwaze ku wê bibe heta diyarbekir, hevalê wê di rê de doza bihevrebûnê lê dike, qebûl nake û ji erebeya wî peya dibe, li ser rê destê xwe li qemyonekî dihejîne, li qemyonê siwar dibe ajokarê qemyonê jî bi kêrê ditirsîne û bi zorê dikeve berê wê de.
piştî ku ji qemyonê peya dibe, diçe emniyetê û seba ajokarê qemyonê dike, ajokar jî di îfadeya xwe de dibêje, bi rizamendiya wê û di berdêla 25 tlyan de em bi hev şabûn, pişt re dema tif kir alaya tirk ya di erebê de ku ji hevalê min ê "şehîd" ji min re emanet maye, min jî bi xwe negirt du şeqam lêdan û ji erebê peya kir.
di encamê de dadger 28.5 sal cizayê hebsê li şifêr dibirre û diya wî tîne ser xweşiya wî



14.12.2016 18:10 | endazer