Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsên pir tên kirin] de;

92. dema mirov dixwaze tegeka twitterê ya ku bi îşareta # destpê dike di tirşikê de wek mijarekÎ veke, mijareke bênav vedibe.. di bin mjarê de jî du peyamên ku berê ji aliyê du nivîskarên tirşikê ve hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin derdikevin pêşberî mirov, muhtemelen ji ber heman pirsgirêkê..

heçiyê dixwaze pirsgirêkê teyîd bike, dikare pêl tega #hevseldekatliamvar û #tirsiknet ê bike..



têbinî: erê peyamên hatine jêbirin ji aliyê moderasyonê ve tên dîtin û erê eger nivîskarê peyamê bixwaze ew peyamên jêçûyî bên vejandin cardî dikarin qurtek ji ruhê şirîn vexwin..



02.03.2014 01:15 | endazer

87. di tirşikê de, dema mirov mijarekî vedike, sîstema tirşikê karakterên kurdî yên wekê ş û ç û ê û î û wek karakterên cuda û bi serê xwe qebûl nake.. wek nimûne; eger di databesa tirşikê de mijara şîr, hatibe vekirin, tu nikarî mijara sîrê vekî.. an eger mijara şergele vebûyî be, tu nikarî mijara şêrgeleyê vekî.. yanî tu vekî jî sîstem ji çengê te re digire û te dibe cem mijara sergeleyê, ez dibêm qey berê jî min ev pirs pirsîbû, lê min kir û nekir bi ser ve nebûm û min dît ku pirsgirêk hîn dewam dike, min go ez cardî bipirsim..??



09.02.2014 19:05 | endazer

83. eger di nav lînkekî de tîpên kurdî hebin, lînk beralî nabe.. çima?



wek:http://ku.wikipedia.org/wiki/Komkujiya_Helebcey%C3%AA



(ê ya di dawiya helepçeyê de vediguhêze tîp û karakterên ecêb û ew tîp û karakterên ecêb jî di nav lînkê de nayên nîşandan..)



01.01.2014 19:40 | endazer

81. dema ku mijarên di rojekî de hatine vekirin zêde dibin û di rûpelekî de hilnayên yanî di çend rûpelan de tên nîşandan, ji xeynî rûpela ewil rûpelên din nayên nîşandan

yanî wek nimûne îroj heta vê gavê 41 mijar vebûne û di du rûpelan de tên nîşandan, mijarên di rûpela ewil de ji xwe ji ber xwe de tên nîşandan lê gava ku mirov dixwaze mijarên din ên di rûpela didoyê de jî veke û bixwîne beralîyê mijarên ku duh hatine vekirin dibe..

bavûkalanan gotiye pirs bêeyb in, çima?!



30.12.2013 14:57 | endazer

77. ev mîrata lÎnkên jiderve bilxisus jî yên youtubeê wê kengî dest bi kar bikin gelo?



06.09.2013 15:44 | endazer

74. dîsa logoya egesözlükê raserî tirşikê çavê xwe ji me re dineqîne.. ma ez bipirsim?



31.08.2013 18:33 | endazer

66. dema mirov tiştekî di tirşikê de sosyal medyayê de parve dike hê jî di bin lînka tirşikê de logoya egesözlükê dixweye mixabin.. yanî pirs û pirsgirêka min a berê çareser nebûye mixabin..



21.08.2013 14:21 | endazer

58. lînkên ji derve yên di tirşikê de çima ne çalak û berdest in gelo

hilbijêrka statîstîkên tirşikê û hilbijêrkên din ên deaktîv wê kengî berdest bibin gelo..

gelo çima di çapemeniya kurd ya wekê anf û azadiya welat û rûdawê de reklama tirşikê nayê kirin.. pê nehesane an tirşikê ji nedîtî ve dihesibînin.. bi taybetî jî hevalên ku her nûçeyeka van rojname û malperan wekê ayetên pîroz yên jordehatî qebûl dikin gelo çima ji bo danasîna tirşikê ya di van rojname û malperan de hewl nadin an hewl didin gelo?..

û çima wek hilbijêrkekî rist û rêzikên format û konsepta tirşikê li cem hilbijêrkên wekê îro û duh û tevlihev û kul û derdê nayê dabînkirin.. û çima gelek heval derî formata tirşikê de dinivîsin.. û çima gelek heval ji dêla ku agahiyan derheqê mijaran de bidin kezeba xwe li çend feqîrokên wekê kemal burkay û ibrahim güçlü û muhsin kızılkaya û nizanim kî û ne kî hênik dikin..



17.08.2013 17:37 | endazer

57. dema ez li ser facebookê an twitterê peyamekî an mijarekî ya tirşikê parve dikim di bin parvekê de logoya egesözlükê dixweye.. gelo çima logoyek ji bo tirşikê nayê çêkirin?



17.08.2013 17:27 | endazer

43. pirsgirêkeke din dema ez peyamekî dinivîsim ez bêjim di dawiya peyamê de dixwazim ku li dereka peyamê opsiyona bnr an vbnr an *ekî bikar bînim ev opsiyonên ku ez behsê dikim ji ber xwe de li dawiya peyamê ve tên pêvekirin.. yanî divê ez opsiyona ku dixwazim bikar bînim ji nû ve kopî bikim û li cihê ku ez lê mayîm an dixwazim lê bicih bikim ve bikim an bizeliqînim.. ev jî rê li ber zorî û zehmetiyan vedike..



12.07.2013 03:40 | endazer

42. ev çareseriya ku ji bo çareseriya pirsgirêka mijarên pir-rûpel tê behskirin çareseriyeke kêm û netemam e.. divê pirsgirêk ji binî ve bê çareserkirin.. ya rast û ya pêwist ew e ku çi dema ez pê li mijarekî aktûel ya ku li layê çepê ya tirşikê bikim rûpela dawîn û peyamên dawîn divê vebe.. wekê din bikaranîna tirşikê û serderîbûn û serwextbûna mijaran wê gelekî zehmet bibe..



12.07.2013 03:34 | endazer

41. ev çareseriyek seyar e.. divê çawa mirov mijareke vedike rûpela dawîn û peyamên dawîn vebin.. eger ez bixwzim ne peyama dawîn lê peyamên dawîn yên vê hefteyê an vê mehê hatîn nivîsandin ez ê çawa bikim? divê çareseriyek temam ji bo vê pirsgirêkê bê dîtin..



10.07.2013 19:17 | endazer

39. hê jî pirsgirêka mijarên pir-rûpel nehatiye çareser kirin.. hê jî dema ez dikevim vê mijarê şûna peyam û rûpela paşîn ya mijarê vebe rûpel û peyama pêşîn vedibe..



10.07.2013 17:49 | endazer

34. belê a niha pirsgirêk çareser bûye..



08.07.2013 22:22 | endazer

32. wek wêneyê li jor de jî dixweye mixabin pirsgirêk hîn çareser nebûye.. ERÊ?



08.07.2013 21:57 | endazer

31. ERÊ



08.07.2013 21:56 | endazer

26. bi raya min divê ev pirsgirêka tÎpên girdek û hûrdek bi şêweyeke din bê çareserkirin.. dîsan di ferhengên din de derfeta kamûflekirina lînkan heye.. ji bo nimûne dema camêrek bixwaze lînka malperekî bide dikare navê lînkê biguherîne.. û dema mirov tê raserî wî navî fêm dike ku ev nav girêdankeke û diçe malpereke din.. hetta di dawiya wan navan de remz û nîşana girêdankê jî heye.. ji bo tirşikê jî mirov nikare pratîkeke bi vî rengî berdest bike gelo?..



06.07.2013 16:10 | endazer

24. di ferhengên din ên înterakatîv de formata ferhengê tîpên girdek qebûl nake.. lê tirşik vê yekê ji xwe re nake kul û derd.. çima?!



06.07.2013 16:02 | endazer

22. ne pirs lê pirsgirêkeke din a biçûk dema ez mousea xwe tînim raserî hilbijêrka panelê nivîsek wek 'duyurular and onlaynlar' derdikeve pêşiya min.. hadê min tirkî fêm kir lê ev peyva onlaynê çi quzzilqurtê îcar? *



02.07.2013 21:40 | endazer

21. pirs û pirsgirêkek heye ku min dixe di nav fikar û mitaleyan kûr de.. gelo em ê navên biyanî li gorî alfabêta kurdî an li gorî alfabêta wî zimanî binivîsin di tirşikê de? ji bo nimûne em ê navê bi tirkî yê bajarê îdirê wek ığdır binivîsin an wek igdir?! herwiha ji bo îngîlîzî û zimanên din jî heman pirsa min lê ye û di rewacê de ye.. dîsa ji bo nimûne em ê peyva twîtterê wek twîtter an wek twitter binivîsinin di tirşikê de?! divê moderasyona tirşikê bi bayê bezê ji bo rêyên çareseriyê rist û rêzikên eşkere dane di vê mijarê de nexwe siba-susiba wê ev pirsgirêkek bibe serê sebebê gelek alozî û arîşeyên din..



02.07.2013 21:37 | endazer

19. eger peyamên derheqê mijarekî de rûpelek tijî kiribe û derbasî rûpeleka din kiribe û dema ku mirov vê mijarê veke şûna ku peyamên dawîn û aktûel bixweyin rûpela pêşîn û peyamên pêşîn yên derheqê mijarê de vedibin û dixweyin..



01.07.2013 14:42 | endazer

15. kêmasiyeke din dema ku ez mousea xwe bînim raserî mijarekî şûna ku temamê mijarê bitikîne peyv bi peyv sernavê mijarê ditikîne.. ji bo nimûne niha dema ku ez mousea xwe tînim raserî sernavê vê mijarê tenê dikarim peyv bi peyv sernavê mijarê bitikînim yanî bi tikandina sernavê vê mijarê tenê dikarim herim ser sernavên wekê pirsên û pir û tên û pirsînêyê.. yanî siba-dusiba eger ev mijar rûpela xwe tijî bike û derbaî rûpeleka din bibe ez ê nikaribim pê li sernavê mijarê bitikinîm û entryên derheqê mijarê de ji serî de bixwînim.. di sîstema eksîsozlukê de dema ku tu têyî raserî sernavê mijarekî sernavê mijarê çi qas dirêj û pirpeyv be jî binê temamê sernavê mijarê tê nîşankirin û bi derbekî re mirov dikare ne peyvo peyvo lê xwe bigihîne temamê sernavê..



15.06.2013 01:12 | endazer