Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ez kevok im] de;

3. cara ewil hesen cizîrî ev stran di radyoya bexdayê de gotiye û tomar kiriye, stran ya wî bi xwe ye an gelêrî ye nayê zanîn lê reng û dirûvê stranên gelêrî lê diçe. ji aliyê celal güzelses ve wekê hele yar zalım yar li ser tirkî hatiye wergerandin bêyî ku çavkanî bê nîşandan.
stran piştî ku hatiye tomarkirin li nav xelkê belav bûye û pir nav û deng daye heta îro jî çi kurd çi biyanî ji aliyê gelek kom û stranbêjên cuda bi terz û meqamên cuda yên mûzîkê hatiye gotin.
bianetê li ser stranê nûçeyek çêkiriye Here lînkê û di bin nûçeyê de cih daye 69 lînkên cuda yên vê stranê ku ji aliyê stranbêjên cuda ve hatiye gotin. ji hemûyan bêtir forma enstrûmental ya vê stranê ku ji aliyê erdeşîr kamkar û zekeriya yusiv ve hatiye îcra kirin ber dilê min girt, wekê ku îlhama xwe ji forma dilşad seîd standine.


;ab_channel=Rherecords



02.06.2021 12:34 | endazer