Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zeriyên şeşdara] de;

4. Mehmûd Berazî di vê stranê de ketiye nav loopê û xwe dubare kiriye. newaya stranê hema bêje wekê strana wî ya berê ya bi navê nazê nêrgiza hewşê ye. lê di vir de mûzîk, bêtir jî dengê kemançê serê mirov diêşîne. Nazê nêrgiza hewşê belkî bi dehan caran ser hev min guhdar kiriye û pê aciz nebûme, lê min nekarî cara duyê vê stranê guhdar bikim.
gotinên stranê bi min zêde tewş bêwate û şoven hatin. rasterast navê miletekî bi dijminî hildane. ev yek ji xwe ne rast e û bi ser de jî ji bo tevgereke ku biratiya gelan û pêkvejiyanê dixwaze eger ne nakokiyek be, nezaniyek e.
û pesndana şerê bi şêwe û teknîkên berê ku êdî pere nake û ferqa wê û xwekujiyê nîne, bi min wekî romantîzmeke erzan û dûrketina ji rastiyan hat.



17.10.2020 21:41 | endazer