Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dost çiyayî] de;

1. dost Çiyayî di sala 1972wê de li gundê Qelendera Mêrdînê hat dinê. Li gund, Mêrdîn û Qoserê xwend. Di 1991an de kete Faqulteya Perwerdeyî ya Zanîngeha Dîclê. Di sala 1992an de êşa gurçikan lê

hasil bû. Du caran emeliyat bû. Bi enfeksiyona jehrbûna xwînê, kete komayê. Di demeke ku her kesî jê

hêvî birrî de, li jiyanê vegeriya. Ev bûyer, li ser fikar û jiyana wî rêçeke domdarî hişt. Di sala 1995an de ji beşa Mamostetiya Seretayî mezûn bû û dest bi kar kir. Di heman salê de jî zewicî. Bi navê Baz lawekî wî çêbû. Di vê navberê de di kovarên wek jiyana rewşen, nûdem, nûbihar, pe!în de helbest û çîrokên wî weşiyan. Ji metin kaygalak, muzaffer lzgü û murathan mungan wergeran kir. Li ser riya Festîwala Dêrsimê, di havîna sala 2003a n de qezayek derbas kir û jiyana xwe ji dest da. qetran kitêba wî ya yekem e.



30.09.2013 03:07 | endazer