Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikvanên 16 salî] de;

8. şîret û tembiya min li wan
- zimaneke biyanî hîn bibin û herin li welateke ewropî an li amerîkayê bixwînin, bixebitin, bijîn. keda hûn ê bidin, tehba hûn ê bibînin, rîsk û metirsiyên we ji derdorê bihîstine bila çavê we netirsîne, li wir piştî çend salan mirov cihê lingê xwe çêdike û digihije standardên baş û xweş yên jiyanê lê li van deran tu çi karî jî bikî, çi qas pere jî qezenc bikî her tirs û stresa sosyal, siyasî û ekonomîk wekê şûrê demokles wê li ser serê te be. tu yê tu carî nikarî azad bî û bi serê xwe û di destê xwe de bî.
- heta ji we tê ji partî û rêxistinên kurd û ji baweriyên olî û îdeolojîk yên radîkal xwe dûr bigirin. hemû partî û rêxistinên kurd li ber berjwendiyên şexsî û komî ne û hevsarê hemûyan di destê dijminên wan de ne ku dilxwede şerê wan dikin. dawiya wan çiya, hebs, îzolasyona civakî û trawma û nexweşiyên derûnî ne. dawiya baweriyên olî û îdeolojîk yên radîkal jî an grevên birçîbûnê ne an jî bombeyên zindî.
- wek dibêjin xwîna feqîran tehl e, pereyan qezenc bikin û hemûyan di rojekî de nexwin, hinekî deynin ser hev.



11.05.2022 13:04 | endazer