Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwe li ber baranê şil kirin] de;

1. ji bo karên bê encam tê bikaranîn. bi zanebûnî xwe avêtina nav rewşeke nebaş îfade dike. gava baran dibare ger hûn derkevin derve hûnê şil bibin. yanî ger mirov bizanibe di karekî de encamên baş û erênî wê dernekeve lazim e wî karî neke. lê digel vê zanebûnê mirov dîsa jî dest biavêje wî karî ev biwêj tê bikaranîn. mesela gava hûn ji insanekî ku bi çikûsîya xwe tê naskirin deyn bixwazin, dîyar e ku ewê tiştekî nede. madem wisa ye divê insan xwe nexe wê rewşa xerab de. ji bo nimûne: “neçe cem wî. ew tiştekî nade kesî, xwe li ber baranê şil neke.”



06.06.2013 16:01 | endazer