Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [global kurdish film festival] de;

6. kampanyayek pir baş, bi ya min divê heta hetayê deriyê xwe li piştê bihêlin ji bo temaşekirina fîlman. fîlmên kurdî ji ber gelek sebeban ji xwe nediketin vîzyonê tenê di festîvalan de dihatin nîşandan ji loma wekê min gelek kes jê bêpar diman lê bi vî awayî herkes wê bikaribe bi hêsanî fîlmên kurdî bişopîne.
ya rastî platformek dîjîtal wek netflixê ku têde çi fîlm û rêzefîlm û bernameyên kurdî û çi jî yên biyanî bi jêrnivîs û dublaja kurdî bên nîşandan pêwist e ku hem xelk bikaribe bi buhayeke biçûk van naverokan temaşe bike hem jî yên van naverokan diafirînin bikaribin nanekî ji karê xwe bixwin.
piştî bi salan min îro bi cara yekê bi xêra vê çalakiyê kurtefîlmek bi navê yadê temaşe kir.
tişteke ku ez pesnê wê bidim nîne mixabin lê wek ehmedê xanî dibêje ''ev meyve eger ne abîdar e
Kurmancî ye ew qeder li kar e'' wekê hemû tiştên kurdî sînemaya kurdî jî hêj çarlepka diçe. hêvîdarim bi xêra çalakiyên evreng rabe ser lingan



21.04.2021 12:10 | endazer