Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûbarê min] de;

1. stranek e, ya rastî destanek e. Şêro hindê nivîsandiye, mehmûd berazî çêkiriye, kompoze kiriye û mizgîn tahir gotiye ya rastî avêtiye ser. wekê piraniya karên hunergeha welat bêqisur e. li ser şervanekî bi navê rûbar ku di şerê sûrê de jiyana xwe ji dest daye hatiye gotin. xuya ye mizgîn ji mirina rûbar gelekî êşiyaye, û pir di bin bandorê de maye, dema dibêje rûbarê min dengê wê dilerize, av dide bin dilê wê, bi qasê serê deziyê cihek ziwa dilê wê de namîne, guhdaran jî li ber lehiya rûbarê xwe dibe. rêya çûnûnehatê ye çiyayên dûr û berfa sor, dilê wê yê li dû mayî jî kesera bêgaviyê ye, ya neçariyê, ya dilmayînê ye.

Li hêviya te me
Min digot tê bê
Ti çû çiyê
Çiyayê dûr
Nav berfa sor

Rûbarê min, bargirano
Dilwêrano, li hêviya te bûm
Te digot ez ê bêm

Serdarê çê
Dil ma li pê
Ma li pê wek xewnekê, xewnekê

Stranekê bêj
Ji hilma şevê
Li zozanan
li dengê te tê
Lorîna me

Birîna te, li çi alî ye
Ji dêvla min re, wê ramûse
Wê haş bibe

Serdarê çê
Dil ma li pê
Ma li pê wek xewnekê, xewnekê


Here lînkê



27.05.2021 15:57 ~2021.05.28 16:26 | endazer