Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berzeling] de;

1. Bi kurdî “berzeling”

Bi latînî “lavandula angustifolia”

Bi îngilîzî “lavender ”

Bi almanî “lavendel”

Bi tirkî “lavanta çiçeği”, "karabaş otu"



Gelek cureyên berzelingê hene û di kurdî de pir navên berzelingê hene.

Berzeling bi piranî li cihên avî, peravê çem û golan digihêje. Navbera 20 û 60 cmê bejn dide. Rehekeke wek çaliya yeû pirsalî ye. Di zeviyan de hilberîna wê jî dibe. Di navbera mehên pûşper, tîrmeh û gelawêjê de kulîlkan vedide. Rengê kulîlkên berzelingê şîn û mor in.



Bikaranîna Berzelingê:

Ji bo şifa û sûd girtinê bişkokên hîna venekirî kêrhatî ne. Ji ber ku rûnê firokî ê di nav bişkokên berzelingê dema kulîlk vedanê de difire û jê sûd girtin kêm dibe. Di rûnê berzelingê de asîtên organîk, pinen, kafûr, camphen … hene û di hilberîna sabûn, bêhn, parfûm, kimyayiyên şûştinê de têbikaranîn.



Di hilberîna gelek beran de ji bêhna berzelingê sûd digirin.

Çaya berzelingê derdayîna mîzê hêsan dike. Ji bo nexweşiya ba kêrhatî ye.



Ji bo parastina kincan ji bizûzê (guve) berzelingê datînine nav kincan, qumaşan. Berzeling, him diparêze û him jî bêhneke xweş dide kincan.



Komkirina Bişkokên Berzelingê:

Kulîlkên berzelingê berî vedanê bi halê xwe yî bişkokî (bûtik, gulpik) tên berhevkirin û di cihekî bisîh de tên hişk kirin.



Amadekirina Çaya Berzelingê:

3-4 kevçîyê jorbê berzeling di nav ava kelandî de wek 10 deqîke tê dem kirin. Şunde tê parizandin û rojê 3 – 4 fîncan tê vexwarin. Bêhna çaya berzelingê pir xweşik e, ferahiyê dide bedenê.



Zerarên Bikaranîna Berzelingê:

Kesên ku ji berzelinê alerjî hene divê bi tu cureyî berzelinê bikarneynin. Zêde vexwarina çaya berzelinê rêjeya şekirê xwînê dadixe jêr. Kesên ku tedaviya hormona dîtibe ji wan re berzelin kêrhatî nîn e. Ji bo jinên ducanî (hemîle) û zarokan jî dibe ku zerara çaya berzelinê bibe.



Nîşe:

Ev agahiyên derheqa rehekên şifadar de nivîsî; piraniya wan tiştên me bihîstine û ji pirtûk û malperan girtî ne ye.

Di sedsalên derbazbûyî de li Mezopotamya, Misir û gelek deverên din wek rehekên şifadar bikaranîne. Dibe ku alîkariya şifayê bikin jî lê di vî zemanî de bijîjkî û zanist pir pêşketiye; ya herî baş serlêdana nexaşxane û bijîjka ye.





Kan:

Wîkîpedîa Kurdî https://ku.wikipedia.org/wiki/Beybûn

Malpera Zimanê Kurdî https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516284821762198/?notif_t=group_comment



Simpson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006



http://global.britannica.com/EBchecked/topic/149989/daisy



http://www.botanykingdom.com/



http://www.umm.edu/altmed/articles/german-chamomile-000232.htm



http://freapp.com/search/?q=Classification+Plant&infospace=2



http://www.turkcebilgi.com/arastir?q=plant+systematics&ara=ara



http://www.google.com.tr/#hl=tr&sclient=psy-ab&q=şifalı+bitkiler+ansiklopedisi&oq=şifalı+bitkiler&gs_l=hp.1.1.0l4.0.0.3.487.0.0.0.0.0.0.0.0..0.0...0.0...1c..12.psy-ab.JCS2IjR49TY&pbx=1&bav=on.2,or.r_qf.&bvm=bv.46340616,d.ZWU&fp=615818dd8e23599c&biw=1066&bih=526



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:48 | endazer