Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bûkik] de;

1. Bi kurdî “Bûkik “

Bi latînî “papaver rhoeas”

Bi îngilîzî “poppy flower”

Bi tirkî “gelincik”



Bûkik, bûkanî, sersork, xaşxaşk, xilinzer, şeqşeqo, batînok … gelek navên bûkikê he ne di kurdî de.

Li seranserê zevî û deyştan, xerabeyan, bintarê çiyayan de reheka bûkikê bi reng û nazeniya xwe dikeve nav çav û hestan. Li her deverên cihanê digihêje. Di serî de rengê sor, erxewanî, zer, spî çendîn rengên xwe he ne. Rengê pelên bûkikê keskekî tarî ne. Wek 25-60 cm bejn dide. Bûkik, rehek e yeksalî ye. Di mehên biharê û serê havînê de xwe bi renginîya xwe nîşandidin. Ji mêş û mozan re kana xwarinê ne.



Bûkik ji “malbata bukikanî”yan e (Papaveraceae).

Cins: Cot çenikî (magnoliopsida)

Mixabin xebatên reheknasiyê ên kalbavan amade kirine, wek piraniya gencîneya kurdewarî terefê dagirkeran ve hatine talankirin, guhertin û berevacî kirin. Xebatên nûjen jî an bi têra xwe tunme ne an jî piraniya me jê agahdar nîn in. Barekî giran li ser milê kurdîhez û pisporên siruşta welêt in.



Kêrhatinên Bûkikê Li hin deveran jê hilberîna “şerbeta bûkikê” çêdikin (li Bozcaadaya Egeyê).

Di zarokiya me de li gunda me tovên bûkikan dikire nav şîr û wek tameke biharî dixwar.

Di pelên bûkikê ên tacî de asîdên “rhoeadic” û “papaveric” he ne û di bijîjkiyê de jê hilberîna dermanan dibe.

Xwarina kulîlkên bûkikê sakîniyê dide bedenê, şerbeta wê ji arsim û zekemê re kêrhatî ye.





Nîşe:

Ev agahiyên derheqa rehekên şifadar de nivîsî; piraniya wan tiştên me bihîstine û ji pirtûk û malperan girtî ne ye.

Di sedsalên derbazbûyî de li Mezopotamya, Misir û gelek deverên din wek rehekên şifadar bikaranîne. Dibe ku alîkariya şifayê bikin jî lê di vî zemanî de bijîjkî û zanist pir pêşketiye; ya herî baş serlêdana nexaşxane û bijîjka ye.



Kan:

Wîkîpedîa Kurdî https://ku.wikipedia.org/wiki/Beybûn

Malpera Zimanê Kurdî https://www.facebook.com/groups/zimanekurdi/516284821762198/?notif_t=group_comment



Simpson, M.G. Plant Systematics. Elsevier Academic Pres. California, 2006



http://global.britannica.com/EBchecked/topic/149989/daisy



http://www.botanykingdom.com/



http://www.umm.edu/altmed/articles/german-chamomile-000232.htm



http://freapp.com/search/?q=Classification+Plant&infospace=2



http://www.turkcebilgi.com/arastir?q=plant+systematics&ara=ara



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:49 | endazer