Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jana min] de;

1. navê helbesteka gulîzerê ye..



(''Bejna min qeytan e

hundirê min qîr û qetran e.''

Ji gotinên pêşiyan)



Du heb marên reş

Nobedar in li bin siya mijangên min

Ji bo min hînî sebrê bikin

Mexel dikevin li kanîka çavên min

Wextê girî kom dibin

Dibêjin ferman e

Bi çavên min ve didin

Jara reş dilop dilop tê xwarê

Xelk nizane bi jana min

Dibêjin

Çavkilê lêê,

Çavreşê lêê...



Min stranên ji tiliyên te diweşiyan

Berhev dikir

Bi berbiska xwe ve dikir

Niha her têlekî porê min

Zarokên ku ji xwêhdana tiliyên te mane

Ji ber xwe dikin

Heta devdelingên xwe di xwîna sor de mane

Xelk nizane bi jana min

Dibêjin,

Porsorê lêê

Porhinneyê lêê...



08.10.2013 22:55 | endazer