Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di folklora kurdî de wesf û teşbîhên ji bo bedewiya jinan] de;

13. helawa têr kakilê



di straneke bi navê lê gulê bi vî rengî wesfê gulêya dergistiya xwe didê yê ku stran çêkirî, koma zerdeştê kal dibêje.. versiyoneke din ya vê stranê jî mihemed arifê cizrawî dibêje, di wir de jî dibêje hinara têr kakilê *



07.07.2015 04:30 | endazer

6. wekê heyva çardeşevî..



10.10.2013 17:20 | endazer

2. ji devê hevalê gordereş li devera cilemêrgê jî ji bo keç û jinên sîs û rona yên pir bedew dibêjin filankes, an keça filankesî tirmêska tirî ye..



10.10.2013 02:04 | endazer

1. çi di kilamên dengbêjan de be, çi di çîrok û çîvanokên çîrokbêjan de be û çi di nav axaftinên rojane yên xelkê de be bedewiya jinan her wextî bûye cihê behsê û bûye cihê wesf û pesnê.. li gorî min berhevkirina wesf û teşbîh û tebîr û terîfên wihareng yên ji bo bedewiya jinan hatina bkaranîn wê nêrîna civaka kurd ya di barê bedewî û estetîzmê de jî derxîne holê..



belê ez ji cizîrê destpê bikim; li cizîrê tu tişt têne bîra min dema ku spehîtaya jinekî tê wesfdan tên bikaranîn..

yek jê teşbîh û teswîra sêva qeşartî ye û ya din jî biwêja mirov guneh dike lê binêre ye.. wek nimûne; filankes nezera xwudê li ser be wekê sêva qeşartî ye ew qas spehî ye ku mirov guneh dike lê binêre..



10.10.2013 02:01 | endazer