Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seîd gabarî] de;

17. Duh 4ê gulana 2020an li nexweşxaneya Hewlêrê emrê Xwedê kiriye. Ev demek dirêj bû bi penceşêra pişikê ketibû û dihat dermankirin. Hozan û hunermendek bê hemta bû. Gelek helbestên seydayê tîrêj û yên Cegerxwîn ji wan stranên gelek xweş çêkir û gelek stranên gelêrî yên ji deverên cuda cuda da ber hev û bi dengê xwe yê xweş xist xizmeta hunera kurdî de. ji bilî kesayetiya xwe ya hunerî cihekê wî yê taybet û qedrgiran di nav civaka kurd de hebû. kesayetiyeke rengîn bû. yekî jêhatî bû. Ligel ku ji heşt saliya ve ji herdu çavên xwe kor bûn, rê neda ev yek jê re bibe asteng hînî lêdana tembûrê bû. ez ne xelet bim salên 70 an 80 ji ber zilma rejîma bees diçe Almanyayê û dibe welatiyê wir. Min guh li axaftina wî ya bi îngilîzî kir di hevpeyvînekê de, bi aksaneke hema bêje bêqisûr diaxivî.
Carinan li ser hin meseleyên civakî û siyasî vîdeo digirtin û diavêtin ser YouTubeê, mirov ji suhbet û axaftina wî têr nedibû. Kurmanciyeka wî ya xweş û fesîh hebû, bi kurmanciya gewr diaxivî dema diaxivî gelek xweş xwe li nav dida û pê de diçû.
xwudayê banî lê bê rehmê, cihê wî bike Cinet!



05.05.2020 05:41 | endazer

2. antîdepresena kurdan e.. heçiyê nîv seetî li civata wî rûne û çend stranekî jê guhdarî bike êdî mirin bi dilê wî nakeve.. eger rojekî xwudê hez kir û zewicîm çi qas nas û dost hebin ez ê têxim dewrê de çi bo bê û di daweta min de bistirê.. heta hingî xwudê emrekî dirêj bidiye û ji qeza û bela bisitrîne..

beşek ji performansa wî ya vê dawiyê ya ji ber dawetekî hatiye girtin:





06.12.2013 20:41 | endazer

1. seîd gabarî di 13ê nîsana sala 1956an de li gundê xirbê kejê li kurdistanê ji dayîk bû. weka tê bîra wî di heşt salîya xwe da dest bi hunera kurdî kirîye, û weka her kurdekî di wî wextî da, jiyana xwe di bin zilm û zorê derbas kirîye. dayika hunermend seîd gabari bi stran û dengê xwe tesîreka gelek giran da ser wî û hişt kû nêzîkî stran û awazê kurdî bibê.
di sala 1966 da seîd gabari nivîskar û helbestvanên kurd mamoste cegerxwîn, ku tor û çanda kurdî li cem xwendîye û seydayê tîrêj nas kirin. herdu mamostê mezin gelek alîkarîya seîd gabarî di warê hunerê de kirin. di sala 1967 hiznîyê Şêxî tembûrek diyarî da saîd gabarî, û wî ji wê rojê û pêve xwe bi xwe ferî lêxistina tembûrê jî kir. dengê seîd gabarî di sala 1969 li konsêrekê cara yekemîn kete kasêta.
di sala 1970 da ji ber stranek Şoreşgerî li konsêrek pir mezin li qamişlo hate girtin. pir îşkence û zehmetên bi êş dîtin û gotinên stran û awazên kurdî lê qedexe kirin. lê seîd gabarî xwe tucarî ji stran û awaz û gotinên kurdî dûr nekir. piştre çarçove berfereh bû û gelek hunermendên bi nav û deng wekî mihemed Şexo û mahmud azîz Şakir nas kirin û wan jî pir alîkarîya seîd gabarî kirin.

ji bo malpera wî ya fermî Here lînkê



07.06.2013 15:18 ~2022.01.13 11:38 | endazer