Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nanê şkeva] de;

7. li gorî nanê tenûrê zûtir hişk dibe yek jê ji ber ku hevîrtirşik nayêxine nav de û ya dî jî ev nan li gorî nanê tenûrê ziravtir û teniktir e.. eseh nikarim bêjim şikeva ji hişkayetiyê hatiye lê ez bi dileke rihet karim bêjim, ev nan li gorî nanên dî zûtir hişk dibe..



07.06.2014 23:59 | endazer

5. nanê ku min nedizanî şikevatiya wê ji hişkiya wê tê..

nanê ku bi rastî jî zû hişk dibe, hê germ te xwar te xwar te nexwar wê bibe behra bizin û kehrikan..



07.06.2014 23:42 | endazer

2. nanê ku ez ne şaş bim hevîrtişik lê nayê kirin.. ji ber ku hevîrtirşik lê nayê kirin hevîr çawa tê stirandin welê jî tê pehtin û çêkirin.. ji ber ku hevîrtirşik di nav de nîne ev nan zû hişk dibe yanî divê bi dest xwe re were xwarin.. ev nan exlebê caran ji ber ku çêkirina wê hem hêsan e û hem jî bêmesref e wekê nanê sedeqê jî tê binavkirin.. tê bîra min berê di gerandina şîva miriyan de ev nan dihat gerandin..



24.10.2013 01:24 | endazer