Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêrî bihar] de;

1. helbestkareka kurd e.. li gundekî Êlihê (Batman)ê ji dayîk bûye. Di sala 1995 an de Enqere Zaningeha Gazî beşa mamostetiyê kuta kiriye. 5 salan wek mamoste xebitiye, da ku kirasê karmendiya dagirkeran ji tengahî wê haniye ber fetisandine, ewê dev ji vî karî berdaye û jîn û dema xwe ber bi Kurdewariyê ve ajotiye. Mijara helbestên wê piranî jîn û jiyana jina Kurde. Heya niha du Dîwanên wê bi navê qeşem û buwariya hestên lerizi hatine çapkirin. Li gel karê helbestvaniyê çîrok jî ji mezin û piçûkan ra dinivîsîne. Çîrokên zarokan weke rêzepirtûk ku ji pênc çîrokan pêk te li ber çapê ne. Helbestên Bêrî Bihar di gelek rojname, kovar û malperan( kovara pênûs, rewşen, hîwa, rojnama agirî- hewler, kovara soera- Hollanda, Malpera kaniya helbestan, mehname û wekî din) da hatiye weşandin.



berhemên wê:



(bnr: qeşem) (Stembol 2002, weşanên Sî- Weşanên Avagon),

(bnr: buwariya hestên lerizî) (Stembol 2005, Weşanên Avagon) çap bûne.

(bnr: bêrî bihar û antolojiyên helbestên kurdî)

(bnr: sara seri), Pirtûkên Zarokan

(bnr: sara alîkarî dike)

(bnr: sara û beqên kesk)

(bnr: sara û kerê wê Şîno)

(bnr: sara û mîro)

(bnr: sara û hirça reqsê)



malpera wê ya şexsî/fermî: http://www.beribihar.com/Kurtejiyan.htm



28.10.2013 06:19 | endazer