Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [til xelef] de;

3. li vir dergehekê sînor heye ku di navbera rojavayê kurdistanê û parêzgeha musilê ku hêj ji bo xaka kurdistana federal ya iraqê nehatiye berdan de ye..

berê di destê çeteyên îslamî de bû û paşê ji nişka ve bêyî ku kes hêvî bike, ket di destê ypgê de..

û ya ji hemûyan ecêbtir, hikûmeta navendî ya iraqê mezintriîn piştgirê çekdarên îslamî ye, kêfxwşiya xwe ji bo vê destguhertinê anî ziman, li gorî ajans û rjnameyên nêzikî hikûmeta herêma kurdistanê ypg yanî pyd/pkk ev operasyon bi alîkariya balafirên şer yên esedê ser-elok pêk aniye û ev dergehê stratejîk, ku roja didoyê salih muslim di vî dergehî re derbasî bexdayê bû û ji wir jî derbasî ewropayê bû (bînin bîra xwe ku berî hingî ji ber ku hikûmeta herêma kurdistanê ji ber polemîkên terbiyekirinê nedihêlişt salih muslim derbasî herêma kurdistanê bibe) bi dest xist..

eger di ber de tişteke mezntir û biqedrtir an tewîzek nehatibe dan ev hemle serkeftn û destkftinek mezin e ji bo siyaseta kurd ya li rojavayê kurdistanê.. lê bawer nakim ku pyd/pkk bikaribe bi serê xwe hemleyên bi wî awayî mezin bilîze û li ser sifreya guran pariyên wiha mezin bi dest xwe ve bîne..

ez van tez û tesbîtan ne ji ber kompleks an jixwenebaweriyê dinivîsim.. bêtir ji ber siyaseta teng û asê ya hizbî û îdeolojîk û konjonktûrel ya pkk/pyd dinivîsim..



17.12.2013 03:48 | endazer