Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [banga melayê siharê] de;

3. wek banga nimêja sibê an azana nimêja sibê jî tê zanîn..



03.01.2014 04:59 | endazer

2. xweştirîn newa bi xweştirîn meqamî li ser rûyê erdê..



12.12.2013 04:57 | endazer

1. banga ku bawermendên misilman vedixwîne nimêja sibehê.. ya ku vê bangê ji her çar bangên din vawêr dike û vediqetîne beyt û rêzika esselatû xeyrû-m mîn en newm yanî nimêj ji xewê bixêrtir e ye.. bi meqamê sabayê tê xwendin, eger ji aliyê mela an mûezînek dengxweş ve were xwendin mirov ji guhdarîkirinê têr nabe.. hizn û hizûreke ecêb diniqutîne ser dilê mirov, mirov bi heyîna xwudê dihesîne..

dîsa meha remezanê tîne bîra mirov.. ji ber ku di meha rojiyê de banga melayê sibehê îşareta ji xwarin û vexwarin û tiştên din yên madî û malayanî vebûnê ye.. di meha remezanê de mela berî banga sibehê çend deqeyekî dikebirîne yanî agahiya nêzikatiya banga sibehê dide.. bi qasê ku ez dizanim ev edeta kebirandinê ku tirk jê re sala dibêjin tenê li kurdistanê û di nav kurdan de heye..



25.11.2013 04:56 | endazer