Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dara kırmızıtoprak] de;

2. ez nû navê vî camêrî seh dikin.. piştî ger û geşteke sanal ya li ser înternetê ez bi ber ketim ku camêr têra xwe meşhûr e û wekê gelek camêran ne bi mîrasê bav Û bapÎrên xwe lê bi ked û serkeftinên xwe nav bi xwe xistiye.. bi qasê ku ez dizanim bavê wî dr.şivan dema ku diçe başûrê kurdistanê ji bo ku dewleta tirkî tu belana neyîne serê malbata wî di resmiyetê de jina xwe berdide..

di malpera wî ya şexsî de ne derheqê bavê xwe de ne jî derheqê esl û binemala xwe de tiştekî nabêje.. di biypgrafiya xwe de jî dibêje di filan salê de li enqereyê xwudê dame filan.. lê hem projeya bîrdariya mehmed uzun û hem jî ya komkujiya dêrsimê çêkiriye..

min guhdarî hevpeyvîneka ku pê re hatiye çêkirin kir, tê de xwe wek mîmareke tirk binav dike, lê pê re jî dibêje kevneşopiya me ya mîmariyê eslê xwe tenê ne ji osmaniyan ji med û pers û medeniyetên din yên li ser vê axê rabûyîn û pêşketîn jî distîne..

tişteke ecêb e lê zar û zêçên kes û kesayetên mehûr yên siyaseta kurd bi piranî ji siyasetê dûr in hetta ji kurdayetiyê jî dûr in bi piranî xwediyê jiyaneke elît in.. nizanim ne dêûbavên wan nahêlin ku têkilî siyaseta kurdayetiyê bibin an bi xwe piştî ku dibin şahidê serpêhatiyên trajÎk yên dêûbavên xwe naxwazin xwe bi dor siyaseta kurdayetiyê ve bidin û nasnameya kurdayetiyê bi xwe re bigerînin..



03.12.2013 03:21 | endazer