Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu çawa yî] de;

1. di nav kurdan de pirsa herî berbelav û popûler û aktûel e..

tu liqayî kê têyî, tu kê dibînî, miqerim vê pirsê ji te dike.. tu çawa yî? yanî tu bi çi awayî yî? yanî tu li ser hal û weziyeteke çawa yî? yanî şerrt û mercên ku tu tê re dibhurî çi ne, çawa nin? yanî di kîjan modê de yî? filan..

bersivên vê pirsê jî bipiranî klîşe ne..

wek baş im, xwudê kurê te bihêle

an; îdare ye, ji tunehiyê çêtir e..

an; hemdê xwudê şikrê xwudê baş im, mirina xwudê û keçikên spehî ji min kêm in..

an; xirxirandin e, ma te go qey baş be çi ye, ne baş be çi ye, taliyê her ne mirin e qey?..



03.12.2013 23:53 | endazer