Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ayşe şan] de;

2. li amedê li ser rêya sêwregê hêj mirov negihiştî termînala giştî ya otobûsan ya bajêr li kêleka çepê ya riyek bi navê ayşe şanê parq û seyrangehek heye..



04.12.2013 00:43 | endazer

1. stranbêjeka kurd a kevn û klasÎk e.. piştî meyremxanê stranbêje herî popûler ya jin û ya kurd e.. jînengirayî wê baş nizanim lê ji dengê wê û ji gotinên stranên wê mirov bihêsanî dikare têderxe bê ka çi qas êş û elem dîtiye.. li gorî neweyî û gotegotên jinên li ber dora tenûrê dibêjin ku mihemed arifê cizrawî strana xwe ya meşhûr ya bi navê eyşana elî ji bo eyşe şanê çêkiriye û stirandiye..

ez ne xelet bim bi eslê xwe jş xopana diyarbekirê ye.. di radyoya dewletê ya li eyntabê dest bi gotinan stranan kiriye cara pêşîn paşê derbasî başûr kurdistanê bûye û li wir tevî mihemed arif cizrawî û stranbêj û dengbêjên din yên ji devera bahdînan derketiye çend aheng û konsêrtan paşê vegeriyaye û ji wir jî çûye stembol.. dawiya dawîn di sala 1966an de ji ber nexweşiya penceşêrî li îzmîrê emrê xwudê kiriye..



04.12.2013 00:42 | endazer