Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nexweşxaneya taybet ya universal ya diyarbekirê] de;

3. nexweşxaneya li cizîrê ku ji aliyê şÎrketa kadooğlu groupê ve hatibû çêkirin bi qasê ku ez zanim ji ber ku qistas û krîterên ku gropa nexweşxaneyên universal ji wan xwestibûn bicih neanîbûn,



05.12.2013 22:03 | endazer

1. nexweşxaneya ku berî çend salan di bin banê nexweşxaneyên taybet yên universalê de di avahiyeka li tenişta meydana derêçiyê vebibû.. Û di nav xelkê de bêtir bi navê nexweşxaneya alman dihate nasîn.. beriya niha du sê hefteyan ez û hevalek ji bo karekî çûn ber deriyê wê lê çi bibînim derî û derebeyên nexweşxaneyê girtî û nexweşxane jî pirtikandî ye..

axirê li ser înternetê min lê nêrî li gorî nûçeyan tê gotin ku ji ber ku îdareya nexweşxaneyê nekariye kirêya avahiya ku lê dimînin û meaşê bijîşkên li cem xwe dişixulînin bide hecz hatiye ser nexweşxaneyê û hemû tişt û haletên di nexweşxaneyê de ketine ber îcrayê û dîsa li gorî heman nûçeyan ev serê çend mehan e şixulkerên nexweşxaneyê nekarî ne meaşên xwe bistînin.. filan..

dema nû vebûyî hêviyek mezin bi xelkê re çêbibû.. çimkî bi rastî jî hem bi navek mezin hem jî bi îdîayek mezin dest bi kar kiribû.. lê qey wekê polatê mala alemdaran gotî zikreşên wekê veni vidiyê çavin lê dane..

malpera nexweşxaneyê: http://www.uhg.com.tr/page_detail.aspx?id=12&lang=tr

nÛçeya girtina nexweşxaneyê: http://www.amedinsesi.org/haber/1430/dagkapida-bulunan-alman-hastanesi-ozel-universal-hastanesi-kapandi.html



05.12.2013 21:41 | endazer