Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dîlok] de;

8. gaziantep e.. bajareke dejenere û bêesl e.. cemaeta faethullah gülen li vî bajarî gelekî xurt û xudan hêz e.. ez ne şaş bim tenê sê zanîngehên teybet yên cemaetê li vî bajarî hene.. zengÎntirîn malbata bajêr, konukoğlu anku sanko holding heval û piştgirê cemaetê ye, ofîs û stûdyoyên yekem kanala taybet ya kurdî ya li tirkî dest bi weşana xwe kirî, dunya tvyê jî li eyntabê ne.. piştî salên 90î gelek malbatên ji cizîrê ji ber zilm û setema dewleta tirk dayîn stû malên xwe ji cizîrê bar kirin û li eyntabê bicih bûn.. yek ji van malbatan jî malbata kadooğlu ye.. îro hem li eyntabê hem li stembolê û hem jî li başûrê kurdistanê di gelek sektoran de Îş dikin lê li ser hesabê tirkî û tirkîtiyê..

piraniya malbatên din yên cizîrî yên li eyntabê binecih wek malbata kadooğlu hevalên dewleta tirk û piştgirên partiyên rejîma tirk in.. saman û sermiyan tiştek bêpişt e mixabin..



26.10.2013 18:41 | endazer

4. ''Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.

Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa der û dora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.



Gelhe û navçeyên bajêr (1997)



Dîlok (navend) (bi tirkî: Gaziantep), 798.287

Kele, (Araban), 42.208

Îslahiye (Islahiye), 80.174

Qarqamiş an Gilgameş (Karkamış), 13.515

Bêlqîs (Nizip), 109.285

Komirlî (Nurdağı), 29.199

Tixbişar (Oğuzeli), 33.539

Çinçin an Cîngîve (Yavuzeli), 21.479

Alêban (Şehitkâmil)

Mezmaxor (Şahinbey)

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) gorî statîstîkên fermî 1.237.594 e.



Çiya



Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)



Çem û gol



Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.

Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.



Babetên heywanan



Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.



Ol û civak



Mislimantî li herêmê xurt e. Henefîtî û elevîtî mezheban teşkîl dikin. Li herêmê ciyên ziyaret û turbeyan jî hene. Hinek ciyên ziyaretan ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba. Civaka herêmê bi pirrani kurde u hinek tirk û ereb hene



Xwarinên herêmê



Herêm ji alî kultura xwarinê pir dewlemend e.

Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) re hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.

Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.

Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.



Cil û bergên herêmê



Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.

Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.



Nav û kronolojiya bajar



Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe). Piştre ji alî ereban ve navê "Eyntab" li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî tirkan ve jî sala 1928'an de wek "Xazî Eyntab" (Ghazi-Aïntab) [1] / "Gaziantap" hatiye guhertin.



Kronolojî



Berî Îsa(zayîn)

1200 -600 Dema Hîtîtiyan

539 - 331 Dema Persan

331 - 323 Dema Mekodoniyan

69 Hukumdariya Kommegene

Piştî Îsa (zayîn)

72 - 395 Dema Romayiyan

395 - 628 Dema Sasaniyan

636 Dema Ereban

1077 Dema Selçûkiyan

1098 Dema Xaçliyan

1517 Dema Osmaniyan



Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê



Bajar ji alî şînahî û Daristanan ve feqîr e. Lê ji alî tarîx ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbişar û Revanda ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Li herêmê mizgeftên kevn jî pir in: Şirvanî, Teke û Tehtanî hinek ji wan in.''



http://ku.wikipedia.org/wiki/D%C3%AElok



17.06.2013 23:47 | endazer

3. li ber dilê min piştî ruhayê rûreşiya duyem ya kurdistanê ye.. bajarekî bifikire ku ji nîvî bêtir niştecihên wê û zengîn û sermiyandarên wê kurd bin û di hilbijartinên siyasî de partiya kurdan nekare bigihe asta dengên partiyên tirkan yên şoven, faşîst, kevneperest, ji xwe re misilman û ji xwe re sosyalîst.. ji ber vê profîl û vê nasnameya siyasî ya şêniyên vî bajarî mehdê min ji vî bajarî dixele û siba-dusiba eger zelzeleyek lêbide ez ê qet û qet li ber nekevim..



17.06.2013 23:40 | endazer