Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qolinc] de;

4. tê girtin.. nexweşiyeke çawa ye nizanim hemd û şikrê xwudê hêj pê neketime lê ji nefsên malê min gelek caran dîtiye dibêjin qolinca min ketiye filankes ka qolinca min bigire.. qolincgirtin jî bi qasê di bîra min de maye bi vî awayî ye; yê ku qolinca wî ketî radibe li ser lingan herdu zendên xwe ji enîşkê ve dişikîne û tîne ser hev û destên xwe li patikê yanî li pişta stûyê xwe digihîne hev û yê ku wê qolincê bigire jî li ser lingan ji piştê ve bêmene nêzikî yê qolincketî dibe, bi herdu destên xwe yê qolincketî hişk dipêçe û di vê pozîsyonê de du sê caran ser hev yê qolicketî radike yanî lingê wî ji erdê dibirre û datîne erdê yanî hildavêje..



26.12.2014 18:18 | endazer