Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [los lunes al sol] de;

1. Navê fîlmê: Los Lunes Al Sol (Mondays in the Sun, Duşemên Sayî, Güneşli Pazartesiler)

Derhêner: Fernando Leon de Aranoa

Sanarîst: Fernando Leon de Aranoa, İgnacio del Moral

Leheng:

Santa: Javierd Bardem

Jose: Lois Tosar

Lino: Jose Angel Egido

Ana: Nieve de Medina

Reina: Enrique Villen

Amador: Celso Bugallo

Rico: Joaquin Climent

Nata: Aida Folch

Serguei: Serge Riaboukine

Angela: Laura Dominguez



Zimanê Fîlmê: Spanî

Welat: Spaîn, France, Italy

Xelat: Baştirîn Fîlm di Festîvala Fîlman ya Sann Sebastianê de, Di xelatên Festîvala Fîlman ya Goya’yê de ku wekê Oscarên Spaniyayê tên hesabê di pênç xalan de xelat wergirtiye û ji bo Oscarê jî di qada Fîlma herî baş ya di zimanê biyanî de ketiye pêşbaziyê..





Mijar:



(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)



6 hevalên ku ji karê xwe yê tersaneyê qewirîne her êvar li bara bi navê El Naval’ê digihin hev û derbarê armanc û wateya jiyîn û tecrûbe û serpêhatiyên xwe yên berê de diştexilin.. Ji van hevalan Santa azeb e û dinya ne bi xema wî ve ye.. Ji ber ku di meşeka ku ji bo ku li karê xwe yê tersanê vegerin hatibûye oerganîzekirin de lempeyeka kolanê şikênandiye bi 8 hezar pesetasî hetiya sezakirin ji aliyê dadgehê ve.. bi xweşmêrî û karîzmaya xwe ve çavê hemû jinên di fîlmê de li ser Santayî ye.. Fîlm li bajarê Vîgoyê ku li qeraxa behrê ye dibuhure.. Evî bajarî piştî şorişa endûstriyê pişta xwe daye çandiniyê û li ser lazimiyên karkiriyê himbêza xwe ji koçberî û penaberiyê re vekiriye.. Ev her şeş hevalên navsere ku êdî hema bêje hêviya xwe ji jiyaneke bextewar qut kirine heta ji destê wan tê xwe bi destmayiyên xwe ve girê dane.. Armando piştî ku ji ji kar dişeqize û tezmînata standî jî diqede hevsera wî jê diqere.. Piştî ku tu tişt namîne jiyana xwe pê pênase û salix bide dikeve an xwe diavêje û jiyana xwe ji dest dide.. Jose piştî ku ji kar diqewire li destê jina xwe dinêre û her di nêv wê tirsê de ye ku wê rojekî jina wî dev jê berde.. Jina wî jî de fabrîqeyeke ku masiyên tonê konserve dikin de dişuxile û ji jiyana xwe û karê ku dike ne razî ye.. Lîno bi tu awayî hêviya xwe natemirîne û heta xilasiya fîlmê li karekî nû digere lê ji her serîlêdanê destvala vedigere.. Santa xwe û hevalên xwe dişibîne cêwiyên siyamê ku kes nikare bi serê xwe tevbigere û hereket bike.. Di sehneyeka fÎlmê de Juse di neynika serşokê de serûçavê xwe dişo, li keviya neynikê wêneyek ku tê de ew û jina wî Ana kêfxweş û xweşhal dixweyin heye, dema ku Juse bi keser li wêneyî dinêre di neynikê de jî ‘eksê se’eta li dîwarê pêşber ku gêça wê ji milê rastê ve dişixule dixweye.. Fîlm di wapûrekî de destpê de dike û di heman wapûrê de destê xwe ji bînerên xwe re kil dike.. Lê jiyana lehengên wê ne welê.. Her roja van şeş hevalan wekê rojê betlaneyê, şemiyê dibuhure ji ber ku betal in.. Di fîlmê de Sergei’yê ku ji Sovyêta berê hatiye û li gorî ku dibêje li wir kosmonoljî xwendiye behsa çîroka du rûsan dike, Rojekî du Rûsên hevalên hev li hev rûdinin û qala ehl û ‘iyalên xwe dikin di nav şitexaliyê de ji hevalan yek ji yê dî re dibêje, tu zanî heta niha her tiştê ku derbare komûnîzmê de ji me re hatî gotin derew bûye.. yê dî jî li hevalê xwe vedigerîne û dibêje ji wê jî xirabtir her tiştê ku derbarê kapîtalîzmê de ji me re hatî qalkirin bêkêmasî rast bûye.. Santa di fîlmê de çend caran behsa Australyayê dike li gorî ku dibêje li wî welatî ‘erd û zeviyên welêt di nêvbera welatiyan de bi hevahengî tê parvekirin.. û ji Australyayê qesta wî helbet ew cihê ku di asraqa odeya ku lê radize de kils û sewaxa wê jê ketÎ ye ku dişibe nexşeya Australyayê.. Dîsa di fîlmê de Santa ji bo rojekî dayîniya zaroka malbatekî têra xwe maldar dike û şev berî ku raze jê re çîroka sîsirk û mêroyê dixwîne.. Li gorî çîrokê sîsirk hemÛ dem û wextê xwe bi kêf û zewqê dibuhurîne û ji bo zivistanê tu haziriya nake lê mêro bêyî navber giraniyên deh qetî ji bedena xwe zêdetir hildigire û dibe kuna xwe ji bo debara xwe ya zivistanê, dibe zivistan û her der dibe berf û seqem sîsirka reben hawara xwe digihîne mêroyê jê lava dike ku ji bo ku zikê xwe têr bike tiştinan bidiye lê mêro derî lê venake û ta’na didiye ku bê ka çima tevî havînê her li ber kêf û zewqa xwe maye û amadekariyên xwe yên zivistanê nekiriye.. piştî ku çîrokê dixwîne Santa hêrs dibe û dijûna dike mêroyê û ji kurikê malê re dibêje bawer neke ji van çîrokan mêro spekûlatoreke dêqehb e û dibêje di çîrokê de kes napirse bê ka çima sîsirk di sûretê sîsrikê de xuliqiye.. Jina Juse, Ana di fabrîqeya konseveyê de ji ber ku mêrê wê betal û bêkar e du wardiye dişixule Û dema ku tê mal ji bo ku wê bêhna pÎs ya masiyên ton ya ku purnisiye ser bedena xwe paqij bike deodorantên erzan bi ser de bedena xwe de vala dike..



(Behsa naveroka fîlmê dike û heta te bivê tê de spoiler heye.. te go erê?!..)



17.06.2013 00:01 | endazer