Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bim] de;

9. li gorî marketên lokal (ji bo amedê; saray, çarmar, faruk, baymar, bizim) û li gorî marketên ûnîversal (migros, carrefour, metro) , hem ji aliyê endeksa buha-kalîteya tiştên tê de û hem jî ji aliyê sîstem û dîsîplîna markêtgeriyê ve du sê gavan pêş de ye ji bo min.. tişta ku ez lê digerim heta ku li vir peyda dibin, ez ji vir dikirim, wekê dî marketeka bi navê bizimê heye li amedê, marketeke lokal e, ji bo şaxên wê yên din nikarim titşekî bêjim, lê şaxa wê ya li semta çamlıcayê hem paqij e hem jî buha-kalÎteya tiştên tê de ne xiab e..



07.06.2014 23:35 | endazer

6. meseleya kirrîna kombersê rast e.. mixabin kombersa ku niha ez bikar tînim wextekî di marketên bîmê de ketibûn ber firotinê.. ji xwe ji wê rojê ve ye yekcarî dilê min ji kombersa min sar bûye.. (bnr: asus k52j)



07.10.2013 22:38 | endazer

2. dirêjiya navê vê marketê (bnr: birleşik marketler) e berê ya cüneyt zapsuyê ku bapîrê wî abdurrahim zapsuyê daner û damezrînerê kürt teali cemiyeti û kürt hêvî cemiyetiyê ye û herwiha yek ji serkêş û pêşengên qiyam û serhildana şêx seîd e û pîrika wî jî malbata bedirxaniyan e û metka wî jî jina apê mûsa ye.. niha di destê ke de ye nizanim lê baş dizanim ku cüneyt zapsu ji mêj de ye ev zincîra marketên erzaniyê ji dest xwe deranî ye..



12.07.2013 05:04 | endazer