Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meqlûbe] de;

2. piştî bûyerên îro derketiye holê ku piştÎ ku cemidî tê xwarin..

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=704413636235521&set=a.607366129273606.1073741828.607356035941282&type=1&theater



17.12.2013 22:12 | endazer

1. xwarineka meşhûr ya mêrdînê ye lê bêtir wek xwarina malên cemaeta fethullah gülen ku wek ışık evler an malên rewşenê tên zanîn.. li mêrdînê navê vê xwarinê bermeqlûb e û ji lêkera qelebe ya erebî ya di wateya qulibandinê de ye tê.. xwarin ji birinc û goşt û mast û seleteyê pêk tê.. pêşiyê birin biçekÎ di avê tê de tê kelandin, di ber re di quçxaneyekî de jî goştê sor yê pêz an yê dewêr tê heşandin.. hin jê bi goştê mirîşkan jî çêdikin, lê tama meqlûbeya bi goştê mirîşkan tê çêkirin zêde ne xweş e.. neyse piştî ku birinc û goşt biçekî dikele, di quçxaneyekî din de pêşiyê di binê quçxaneyê de tebeqeyek pîvazên bi pehnikî hatîn hûrkirin tên raxistin ji bo ku binê quçxaneyê negire, paşê tebeqe bi tebeqe yek birinc Û yek goşt tê rêzkirin heta ku quçxane tê ber dêv.. paşê ava goşt lê tê kirin û li ser tifikê ji bo ku bipêje tê danîn.. piştî ku xwarin dipije, li nava bergeşekekî pehn Û fireh ev quçxaneya meqlûbeyê tê qulibandin û li dora quçxaneyê jî rêzikek mast û rêzikek selete tê danîn.. paşê quçxane ji ser bergeşê tê hilanîn û xwarin tê xwarin..



17.12.2013 22:11 | endazer