Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [logoya tirşikê] de;

29. logoya ku bûye sebeb pirraniya nivîskarên tirşikê xweziya xwe bi logoya berê ya tirşikê bînin..

destê yê çêkirî sax be, û xwudê xêra wî jê binivîse, lê bi xwudê ne tu logo ye, û nayê avayê.. hemû cidiyeta tirşikê bi derbekî re li erdê xistiye.. ka xêra xwe logoyê dî bînin vê ji vir rakin..



22.08.2014 22:56 | endazer

26. heta vî emrî min logoyek dî wekê vê logoyê bêteşe, bêwate û bêmerês nedîtibû.. spas tirşik!



17.08.2014 16:21 | endazer

11. rasterast di malperê de newê nîşandan jî dema lînkeka tirşikê di malpereka din de tê parvekirin ev logo jî di binê wê lînkê de dixweye.. ji ber vê logoyê tenê ez şerm dikin ku lînkeka tirşikê li ser hesabê xwe yê facebookê parve bikim.. an dema reklama tirşikê di derekî de were kirin wê ev logo derkeve pêş..



27.10.2013 00:25 | endazer

9. logoyek zêde amator e.. xwezî xweyîxêrekî logoyek baştir li ber bejna tirşikê fesilandibûya..



24.10.2013 22:42 | endazer

6. beriya bîstekî ji bo logoya tirşikê fikrek bi min re hasil bû..

hûn zanin gewlaz çi ye ma ne?..

berê wekê niha sera filan tunebûn û pê re malzemeyên tirşikê jî bes mehên havînê bi dest mirov diketin ji ber hindê kebaniya malê malzemeyên tirşikê yên wekê bacanê reş û firingî û hîçhar dikirin gelwaz anku bi tayekî re dikirin û ji bo hişk bibin didan ber tavê û paşê ji bo zivistanê hiltanî.. û dema dibû zivistan jî ji malzemeyên hişkkirî tirşik çêdikirin û jê re jî tirşika bacanên hişk dihate gotin..

axirê ez bêm ser fikra xwe ez dibêjim em dikarin logoya niha bi logoya ku ji gewlazeka ku ji malzemeyên tirşikê yên hişkbûyî hatî pê biguherînin..



ji bo çend nimûneyan:

https://www.google.com.tr/search?q=dehydrated+vegetables&um=1&ie=UTF-8&hl=tr&tbm=isch&source=og&sa=N&tab=wi&ei=x6PWUefQMsrmswabsYHYBA&biw=1366&bih=630&sei=06PWUfioBciHtQa68oDoDA

https://www.google.com.tr/search?q=kurutulmu%C5%9F+sebze&um=1&hl=tr&biw=1366&bih=667&ie=UTF-8&tbm=isch&source=og&sa=N&tab=wi&ei=QqPWUcGfBomCONzCgfgM



05.07.2013 13:38 | endazer

4. bi raya min bacana ku di logoyê de pal daye û zik berdaye erdê ne li gorî urf û edetên me kurdan e.. bacanên ku em di dehl û baxçeyên xwe de diçînin û dihewtînin biçûk û teşabet in lê tamxweş in jî lê evê bacana di logoyê de tê bêjî qey şûşeya hormonan bi ser xwe de kiriye.. ûr li milkî ve çûye û qûnik li aliyekî ve! *



29.06.2013 02:59 | endazer

2. ji bo destpêkê logoyek baş e lê mirov dikare hinekî din lê bişixule û tiştekî spehîtir û estetîktir çêke.. berê her tiştî mirov ne mecbûr e xwe bi hêma û motîfên tirşikê û tiştên di nêv tirşikê de ve girê bide.. yanî em ne mecbûr in logoya tirşikê ji bacanê reş an bacanê sor an ji hîçharan çêkin.. dema mirov li sembolekî an logoyekî ji bo tiştekî dihizire divê pêşiyê kar û karînên wê tiştê bide ber aqil û fikra xwe.. yanî ev ferheng bi çi armancî derketiye û dixwaze çi bike.. li gorî bersiva pirsên wihareng mirov dikare logoyeke spehîtir û levhatîtir çêke..



ji bo logoya di halê hazir de ez dikarim bêjim ku:



- şêwe û ebat û xet û xêzên logoyê li gorî dîzayna malperê û fonta nivîsan zêde qebe hat li ber çavên min.. mirov dikare hinekî din ziravtir û teniktir bike..

- rengê bacanê reş û rengê nivîsa li ser bi rengên din yên di malperê de li hev nake.. mirov dikare rengnên din biceribîne..



22.06.2013 16:32 | endazer