Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [navên axretî] de;

1. di nav kurdên misilman û sunnî de ji bo navên erebî/îslamî tê gotin..

gelek malbatên kurd yên misilman û sunnî çi ber hesasiyetên xwe yên dînî çi ji ber tesîra wez û nesîhetên şêx û mela û seydayan be bi pirranî dixwazin naveke ku di quranê de derbas dibe li zarokên xwe bikin..

carinan tiştên ecêb jî ji ber vê edetê/bîdeyê derdikevin holê..

wek ku tê zanîn d quranê de tenê ne nav û peyvên xweş lê peyv û navên xirab an yên nelirê Û nepêketî jî hene û tu dibînî ku hinek jê bêyî ku ji kesekî bipirsin an bişêwirin van navên ecêb li zarokên xwe dikin.. vêga wek nimûne ji bo vê tesbîta min tene navê aleyna yê tê bîra min..

li gorî ku baweriya xelkê ku dibêjin pêxember di hedîsa xwe de dibêje navên axretî li zarokên xwe bikin lê dema mirov li hedîsan dinêre îfadeyek wiha nîne, di hedîsan de tenê dibêje navên xweş li zarokên xwe bikin..



21.12.2013 08:20 | endazer