Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dengbêj] de;

11. kê gotiye kengî gotiye nizanim lê..



''..taximê sing û berê te defter e/

w'ez ê mîna hafizqur'anekî, hafizqur'anê welîcamiya diyarbekrê

ji êvara 'eyda qurbanê, hetanî destê sibê dixwînim li ezber e

xwedêyo, rebiyo sibhan ji dana te re

çiqas xuyabû deqa navbêna cotê memikên vê karîxezalê, navê elah û ekber li ser e!..''



17.12.2013 04:41 | endazer

4. berevajiya texmîn û zanîna gelek kesan peyva deng ya di peyva dengbêjê de ne ew deng e ku ji devê me mirovan bi rêya têlên bêhnvedanê derdikeve .. dengê di peyva dengbêjê de tê wateya nûçe û mesele û hewal û hewadîsan.. piraniya pîr û kalan hê jî ji bo nûçeyan dibêjin deng û behs heta di zaraveyê soranî de jî ji bo nûçeyan dengûbas tê gotin.. ji xwe dema mirov bala xwe dide kilamên ku dengbêj distirên piraniya wan ji destanên ku behsa bûyer û rûdanên di çaxên xwe de qewimîn dikin..
yanî ew teza fantastîk ku dibêje dengbêj yê ku bi 'deng'ê xwe dibêje û distire -ez ne xelet bim Mehmet Uzun jî di pirtûka xwe ya bi navê dengbêjlerim de vê şaşiyê dike, Xwudê zane belkî çavî û kaniya vê tezê ew bi xwe be jî- xelet e. Dengbêj ew kes in ku dengûbehsan, nûçe û hewadîsên kevn bi miqam û qeyde dibêjin. Wek çîrokbêj.



10.07.2013 17:38 ~2017.05.06 23:51 | endazer