23. (bnr: destên tirsonek singên gewr nabînin)
(bnr: çê kiro bi xwe kiro xirab kiro bi xwe kiro)
(bnr: heft çîrokên hirçê hene, her heft jî li ser hirmê ne)
(bnr: her kes dibêje elîf û bê, kes nabêje elîf û biçe.)
(bnr: her kes di eyba xwe de kor e)
(bnr: her kezîzerekê simbêlsorekî wê heye)
(bnr: hernê û wernê başqe ne)
(bnr: hespê qule seyê tûle mêrê file çil rojên çille lê nebe ewle)
(bnr: heta bê bîra pîrê nadê ser pira cizîrê)
(bnr: heta hebe şilik û milik dema nema keser û kulik)
(bnr: heta keç e mîr e heta dergisti ye wezîr e piştî mêr kir yexsîr e)
(bnr: heta mirov kêrik xwê bi havalê xwe re nexwe mirov wî nas nake)
(bnr: heta mirov li ser lepê xwe negere qedrê lingê xwe nizane)
(bnr: donê genî nabe rûn; qereçî nabe xatûn)
(bnr: rûvî tu çima xwe dihejînî go li min tê û ji min tê)
(bnr: serî hingî bimîne qûnê ecêban bibîne)
(bnr: serve ellah û binve neûzûbîllah)
(bnr: siha pelkê ye ne li xwe û ne li pelkê ye)
(bnr: sibhan li wî xaliqî dido li hev aliqîn yek kor û yek çavşeliqî)
(bnr: sofiyê remezanê wek kerê nav garanê)
(bnr: se be ji qewmê xwe be)
(bnr: şûrê qetlê li destê te belê rehma xwudê li dilê te)
(bnr: şêx ne batin e belê şixul bi ser de hatine)
(bnr: şam şekir e welat şirîntir e)
(bnr: hê gunikreş li ser xwe re nedîtine)
(bnr: yê ne ji hinava nayê pêş çava)
(bnr: başê wan behdîn e ew jî hîz e diz e û derewîn e)
(bnr: şerê hovan di nav garisê feqîran de ye)
(bnr: gotin qehbê tu çima ber nagirî go heta yek çêdike hezar xirab dikin)
(bnr: teyr bi çengan difire mêr bi mêran dixwire)
(bnr: tir li ku das li ku) *
(bnr: heciyo, neçe hecê, solan neqetîne li rê, hec ew e ku tu lê)
(bnr: kinca ku kete ber pîneyan, serê ku kete ber şîretan, xêr jê nayê)
(bnr: bi qîzan re neçin qîz ter in, bi jinebiyan re neçin zehf digerin, bi dayîkên dergûşan re herin, zû vegerin)
(bnr: çil heramî nikarin rûtekî bişelînin)
(bnr: barê ketî li erdê namîne)
gur got: 'te li pîreka xwe bixista, wê jî li qîza xwe bixista, hinek mû (bend) birista, lingê kerê reş bixista, min jî li van sirtan ew nekuşta. *
got: ‘ziyaretê, min gelek caran bi te derew sond xwar, te tiştek bi min nekir. ’ got: ’min jî gelek caran mala te xera kir, haya te jê tune.
gotin: ‘kul hatiye gund wê ji her malê du kesan bibe. ' hemû kesî li çavên xulam nihêrî. xulam got: 'belê yek ez lê ka yê din? *
|